Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
HDPyê di 103yemîn salvegera qirkirina Ermeniyan de daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku “Gelê Tirkiyeyê di rûbirûbûyîna bi wan sûcên ku erdîgariya me zuha kiriye re gelekî dereng mane û me hemûyan ji bo vî tiştî berdêlên mezin dane”.
Daxuyanî wiha berdewam dike:
“Di ser Karesata Mezin (Metz Yeğern) de 103 sal derbas bûye ku qirkirineke biplan a li hemberî bawerî û nasnameya etnîk bû. 103 sal berî di 24ê Nîsana 1915ê de, zêdetirî du sed rewşenbirên Ermenî ji malên wan derxistin û ber bi rêya mirinê ve şandin û ev pêvajoya ku bi vê bûyerê re dest pê kiriye, bi sirgûnkirina bi sed hezaran Ermeniyan û bi qetilkirina sîstematîk a gelekan ji wan berdewam kir. Gelên Xiristiyan ên din ên li vê herêmê jî ji vê polîtîkaya sirgûnkirin û qirkirinê bêpar nehatin hiştin. Em weke Partiya Demokratîk a Gelan, li ber bîranînên gelên Ermenî, Suryanî û Potnûs ên ku hatine qetilkirin bejna xwe bi rêzdarî ditewînin”.
Bixwîne - Walîtîya Stenbolê gotina “qirkirin”ê qedexe kir
“Berdêlên giran ên van qirkirinan li ser milên me ne”
Di daxuyaniyê de HDPyê balkişandiye ser wî tiştî ku bi qirkirinê re dixwestin “civakeke homojen ava bikin” û wiha hatiye gotin:
“Gelê Tirkiyeyê di rûbirûbûyîna bi wan sûcên ku erdîgariya me zuha kiriye re gelekî dereng mane û me hemûyan ji bo vî tiştî berdêlên mezin dane. Ew feraseta tekparêz a dixwest yek nîjad, yek ol û yek zimanî ava bike, li ser navê avakirina civaka homojen, piştî Ermeniyan êrîş biriye ser gelên din ên herêmê. Ji ber ku bêcezatî û rûbirûyîn bi qetlîamên li Dêrsim, Koçgirî, Çorûm, Mereş, Sêwaz, Roboskî, Cîzir, Sûr, Şirnex, Nisêbîn, Hezex, Qoser, Gever, Farqîn, Silopya û gelek deverên din pêk hatine pêk nehatiye, weke berdêlên giran li ser milên me mane”. (ŞA/FD)