Fotograf: HDP
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), danezaneke bi navê “Banga ji bo Aştiyê” aşkere kiriye. Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, Hevserokên Giştî yên HDPyê ji bo encamên "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" bi raya giştî re par ve bikin li Parlamentoyê civîneke çapemeniyê li dar xistine.
HDPyê bi armanca ku beşên civaka demokratik ên li Tirkiyeyê werin ba hev “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” dabû destpêkirin.
Hevserokan beriya daxuyaniyê 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî li gelên Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û cîhanê pîroz kirine.
“Polîtîkaya şerî bingeha hemû pirsgirêkan e”
HDPyê di danezanê de bal kişandişe ser şer û polîtîkayên aloziyê yên li Lîbya, Sûriye, Iraq, Rojhihatê Derya Spî û Egeyê û gotiye ku ev stratejiya şer û aloziyê welêt dixe nava siberojeke nediyare.
HDPyê destnîşan kiriye ku ev polîtîka bi kêrî civakê, welêt û desthilatdariyê jî nayê.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku israrkirina di polîtîkayên şer de, her wiha neceribandina polîtîkayên aştiyê şaşitiyeke mezin e û daxuyaniyê wiha berdewam kiriye: "Pêwîsteiya me ne bi şer lê bi aştiyê, bi diyalog û danûstandinan heye. Mîna xaka ku bi hesreta avê ye, welatê me jî bi hesreta polîtîkayên aştiyê ye."
“Pirsgirêka kurdan çareseriyê ferz dike”
HDPyê diyar kiriye ku asta heyî ya meseleya kurdan êdî çareseriyê ferz dike:
"Mirovên demokrat û yên li siberoja hevpar a vî welatî difikirin, nabe ku vê rastiyê ji nedîtî ve bên. Weke ku bûyerên diqewimin nîşan didin, pirsgirêk êdî ji sînorên welêt jî derbas kiriye, bûye xwedî aliyekî herêmî û global. Heta ku neçareserî dewam bike, heta ku dînamîka şer zindî be wê Tirkiye her tim ji aliyê siyasî û aborî ve bi hêzên global ve girêdayî be, hewcedarê wan be. Halbûkî ev pirsgirêk bi esasî pirsgirêka me ye û divê li vî welatî bê çareserkirin.
“Lewma em ji Meclîsa Gelî ya Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) careke din bang li hêzên çareseriyê dixwazin dikin: Di vê mijarê de berpirsyariya me hemûyan heye. Kes nikare xwe ji çareseriyê bide alî. Em di demeke welê de ne ku kêr gihîştiye hestî. çareseriya demokratîk û aştî xwe ferz dikin.”
HDPyê ji bo çareseriyê çal xal destnîşan kirine
HDPyê di danezanê de ji bo çareseriyê çar xal peşkeş kirine.
Di xala destpêkê de HDP'yê bang li desthilatdariya AKP-MHPyê û aqlê dewletê kiriye ku dest ji israrkirina şer û polîtîkaya neçareseriyê berde. Hatiye gotin ku Tirkiyeya pirsgirêka kurdan çareser kiriye û dawî li şer aniye wê li herêmê bibe nirxekî demokratîk û modeleke xurt.
HDPyê bal kişandiye ser pêvajoya Lihevkirina Dolmabahçeyê û gotiye ku ji bo çareseriya meseleya kurdan ew pêvajo hîn jî hêja ye.
HDPê behsa rewşa Abdûllah Ocalan, Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kiriye û gotiye divê dawî li polîtîkaya tecrîdê bê anîn.
Bang li mixalefetê kirine
HDPyê di xala duyemîn de destnîşan kiriye ku ji bo çareseriya pirsgirêkê berpirsyariyeke girîng dikeve ser milê mixalefeta siyasî û civakî, ji ber ku meseleya kurdan meseleyeke jiyanî ye û nabe ji bo însafa desthilatdarê û dewletê bê hiştin: "Partiyên mixalefetê divê daxwazên gelê kurd ên ji bo maf û azadiyê weke beşek ji armanca jiyana wekhev û hevpar û demokratîkbûna Tirkiyeyê bibîne."
Di xala sêyemîn de wiha hatiye gotin, "Ev pirsgirêk nabe ku tenê weke pirsgirêka kurdan û HDPyê bê dîtin. HDP di çareseriya prisgirêka kurdan de alîgirê maf û azadiyê ye. Ji bo pêkhatina azadî û mafê gelê Kurd pêwîste hemû beşên civakî yên li Tirkiyeyê bi roleke erênî tevbigerin. Weke HDPyê rola me diyalog û danûstandin e. Em amade ne bi her kesên çareseriya demokratîk û aştiyê dixwazin bixebitin.”
“Aliyên meseleye divê fedakariyan bikin”
Di xala çaremîn de jî HDPyê diyar kiriye ku di meseleya kurdan de li derveyî rêbazên çekdarî û şer êdî bijarteyên diyalog û danûstandinan xwe bi rengekî dîrokî ferz dikin. HDPyê destnîşan kiriye ku ji bo vê jî divê hemû alî li paşeroja gelên Tirkiyeyê bifikire û bi fedakarî berpirsyariyên xwe pêk bînin, gavan biavêjin.
“Em dikarin bi hev re bi ser bixînin”
Di beşa dawî ya danezanê de HDPyê wiha gotiye: "Partiya me ji polîtîkaya xwe ya çareseriya demokratîk û aştiyê, ji perspektîfa jiyana wekhev û hevpar, ji israra gelê me ya di aştiyê de, ji hêza xwe ya têkoşînê û biryardariya xwe bawer dike.
“HDP di mijara çareseriya aştiyane û demokratîk de amade ye berpirsyariyên xwe pêk bîne. Aştî ne tenê rawestandina şer e. Mebest ji aştiyê ew e ku planeke hevpar a çekan bêdeng bike bê afirandin û lji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a 100 salî gav bi hev re bên avêtin. Eger ji bo aştiyê em bi hev re tênekoşin em ê nikaribin aştî, demokrasî û azadiyê bi dest bixin. Di mijara meşa bi hev re de em ti carî dest ji biryardariya xwe bernadin. Em ji dil bawer dikin ku em ê bi hev re bi ser bikevin." (FD)