Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) danezana xwe ya hilbijartina herêmî ya 31ê Adarê roja yekşemê (16ê Sibatê) li Enqereyê bi civînekê aşkere kiriye. Ji bo hilbijartinê wê slogana “Bi hev re ber bi demokrasiyê ve” bê bi kar anîn.
Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî Hevserokên Giştî yên HDPyê di civînê de axî en.
Bûldan: Divê em qadên nû ji bo jiyanê ava bikin
Pervîn Bûldanê di axavtina xwe de gotiye:
“Hêvî heye lê her weha cesaret heye. Li hemberî me desthilatdariya tekparêz a ku dixwaze jiyanê bike weke betonê heye. Desthilatdariyeke wiha heye ku guleyên şerî ji jiyana mirovan bi qiymetir dibîne. Desthilatdariyeke wiha heye ku dihêle gel di tariya destê sibehê de neçarî dora pazarê bibe, neçarî xizaniyê bibe.
“Ji ber wê ye ku em dibêjin, divê ji herêman dest pê bikin û bihelin ku desthilatdarî têk biçe, qadên nû ji bo jiyanê ava bikin. Heke ku em bajarên xwe bi dest bixin wê pergala Qesrê ji navê biçe û tekez wê bi bin ke ve.”
Temellî: Gelên Tirkiyeyê ne bê alternatîv in
Sezaî Temelliyî jî wiha axivî ye:
“HDP alternatîv e. Gelên Tirkiyeyê ne bê alternatîv in. HDP ji bo aştî, demokrasî û dahatûya Tirkiyeyê alternatîv e. Di 31ê Adarê de em ê bi hev re vê alternatîvê ava bikin. Ji bo avakirina komareke laîk, ya ku tê de hemû kes bi hev re û wekhev bijî, komareke demokratîk em tên. Ji bo avakirina destûreke demokratîk ya li hemberî destûra ku hemû erkan dixe destê mêrekî em tên”.
“Ji ber wê ye ku em dibêjin,
Amêd Ya Me Ye
Mêrdîn Ya Me Ye
Qers Ya Me Ye
Tirkiye Ya ME Ye”
(AS/FD)