Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Amedê namzetên xwe yên hilbijartina şaredariyê aşkere kiriye. Di civîna danasînê de her weha strana hilbijartinê ya ya bi navê “Ya me ye” hatiye guhdarkirin.
HDPyê namzetên xwe yên şaredariyan di 9 û 22yê Kanûna Paşiyê (Rêbendan) ya 2019ê de aşkere kiribû.
Beriya civîna HDPyê, polîsan bi ser Salona Konferansê ya Ayaz Elegance-ê de girtibû.
Digel vê jî salona civînê tijî bûye. Li gel parlamenter û rêveberên HDPyê, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Aslan, ji Komeleya Çandê ya Rojhilata Şoreşger (DDKD) Halîm Îpek, Serokê Giştî yê Partiya Şoreşgeran Ozgur Oran, Hevserokê Giştî yê Kongreya Cıvata Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên Halkevlerî Dilşat Aktaş û Nûrî Gunay, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulustan Kiliç Koçyîgît, ji Partiya Komunistên Kurdistanê (KKP) Emel Çîftyurek, ji Partiya Demokratên Kurdistanê (PDK) Sertaç Bûcak, Hevserokê Partiya Ji nû ve Avakirinê ya Sosyalîstan (SYKP) Cavît Ûgûr, Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TİP) Erkan Baş, ji Partiya Însan û Azadiyê (PİA) Ahmet Kaya, Hevserokê Konfederasyona Sendîkayên Karmendan (KESK) Mehmet Bozgeyîk beşdarî civînê bûne.
Di bernameyê de vîdeoyek derbarê tecrubeyên şaredariyên alternatîf ên li Tirkiyeyê û şaredariyên kurdan hatiye nîşandan.
Bixwîne - HDPyê 41 namzetên xwe yên şaredariyan aşkere kiriye
Bixwîne - HDPyê namzetên xwe yên 68 navendên din aşkere kiriye
Hevserokên Giştî yên HDPyê Sezaî Temellî û Pervîn Bûldanê jî di civînê de axivî ne û silav li Leyla Guvenê, Parlamentera HDPyê ya Colemêrgê û girtiyên din kirine ku Leyla Guven 78 roj in li Girtîgeha Amedê di greva birçîbûnê de ye. Her weha hin girtiyên din jî li girtîgehên cida cida greva birçîbûnê berdewam dikin. (HK/FD)