Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komîsyona Hiqûqê û ya Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) careke din serî li Dadgeha Destûra Bingehîn daye û xwestiye ku parastiya xwe ya devkî ya derbarê doza girtinê de bihêlin piştî hilbjartinê.
Komîsyonê di daxwaznameya xwe de bal kişandiye li ser 11ê Nîsanê ku wê Dadgeha Destûrî derbarê doza girtina HDPyê de biryarê bide û hatiye gotin ku di vê demê de wê kampanyaya hilbijartinê li dar bixin û wê nikaribin parastina xwe ya devkî peşkeş bikin.
HDPyê beriya niha serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû û xwestibû ku doza girtinê piştî hilbijartinê binirxînin. Dadgeha Destûra Bingehîn di meha Kanûna Paşiyê de ev daxwaz nîqaş kiribû lê nepejirandibû. (RT/FD)