Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dîrayet Dîlan Taşdemîr, Parlamentera Agiriyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêşniyaznameyek pêşkêşî Parlamentoyê kiriye da ku lêkolînê li ser binpêkirinên mafan ên li Girtigeha Tîpa Lyê ya Panosê bikin.
Taşdemîrê diyar kiriye ku ava ji bo vexwarinê didin girtiyan nayê vexwarin û nexweşiyên weke jana zirav li nav girtiyan belav dibe. Gotiye ku her weha girtî ji derbkirin û pekanînên ne baş gilî gazindan dikin û dibêjin ku cidaxwazî tê kirin.
“Rêveberiya girtîgehê jî qebûl kiriye”
Di pêşniyaznameyê de wiha hatiye gotin:
“Li Girtîgeha Tîpa Lyê ya Panosê ji ber helwesta rêveberiya girtîgehê derb li girtiyan didin, heqaretê li wan dikin û dixwazin ku di dema lêgerînê de girtî xwe tazî bikin.
“Xizmên girtiyan radigihînin ku piştî hevdîtinên vekirî û yên bi telefonan girtî rastî îşkenceya sîstemadît, tundkarî, derblêdan û heqaretê tên, li ser rû û laşên xizmên wan şopên îşkenceyê û derban hene.
“Rêveberiya girtîgehê jî qebûl kiriye ku bi taybetî di du salên dawiyê de aveke nayê vexwarin, qirêj, ya ku dibe sedema girtî bi jahriyê bikevin, di nava wê de beşeke mezin hesin û kukurt heye didin girtiyan.
“Li gorî zanyariyên ku gihiştine ber destê me, di nava xwarinê de kêzik û cilêt derdikevin, xwarin hem gelekî xirab e û hem jî kêm didin. Ji ber vê rewşê girtî lawaz dibin.
“Dema ku girtî dixwazin van binpêkirinên giran bi name û faksan ji Komeleya Mafên mirovan re, ji konsolxaneyan, rêxistinên civaka sivîl û dezgehên medyayê re par ve bikin, destûr nayê dayîn.
“Her weha daxwaznameyên gilîkirinê yên girtiyan ên derbarê van rewşan de nayên qebûlkirin û daxwaznameyên wan tên qetandin.”
Taşdemîrê diyar kiriye ku di hevdîtina wan a bi duyem midûrê girtîgehê yê bi navê H. H. re wî ji wan re gotiye: “Li vir mafên mirovan nayên binpêkirin, lewre ev ne mirov in, ev terorîstên ku ji xwe re dibêjin girtiyên siyasî ne, ez li vir nûnerê dewletê me û helwesta dewletê ya li hemberî terorîstan diyar e.”
Taşdemîrê gotiye ku ji ber van sedeman ew daxwaza avakirina komisyona lêkolînê li Parlamentoyê dike. (AS/FD)