Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Endam, rêveber û alîgirên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 8emîn pîrozbahiya avakirina xwe pîroz kirin. Merasîma pîrozbahiyê li Stenbolê li Navenda Çandê ya Bostanciyê pêk hat. Ji ber şewba Covid-19ê tedbîr hatibûn standin û mêvanan navber xistin nava xwe.
Li gel Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, Hevserokên Giştî yên HDPyê, Tayyîp Temel, Sarûhan Olûç, Meral Daniş-Beştaş, Zuleyha Gulum, Serpîl Kemalbay, Mûsa Pîroglû û gelek endam, rêveber û alîgirên partiye beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Li salona pîrozbahiyê bi gelek zimanan pankart hatibûn daliqandin ku li ser wan “Em, jin di azadiyê bi israr in û di têkoşînê de bi biryar in”, “Em ji bo heq, hiqûq û edaletê têkoşînê xurt dikin”, “HDP bi hev re em ji bo rojên ronî dicivin.”
Kiliçdaroglû: Ez salvegera we pîroz dikim
Beşdaran gelek caran sloganên “HDP hêvî ye hêvî li ser lingan e”, “HDP gel e gel li vir e, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” berz kirin. Di merasîmê de mesaja Ekrem Îmamoglûyî, Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê hate xwendin. Îmamoglûyî wiha gotibû di mesaja xwe de:
“Ez careke din spasiyên xwe pêşkêşî hemû alîgir, endam û rêveberên partiya we pîroz dikim ku di wê rêwîtiya em derketinê de ya ji bo Stenboleke adiltir û wekhevtir, li dijî bêedaletî û neheqiyê îradeya xwe nîşan dane.”
Paşê mesaja Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) hate xwendin. Kiliçdaroglûyî silavên xwe ji beşdaran, endam, rêveber û alîgirên HDPyê re şandiye û ew pîroz kirine.
Demîrtaş: HDP tu weke pirlantayê ye
Paşê mesajên kesên bûne hevserokên HDPyê hate xwendin.
Selahattîn Demîrtaşî ji Girtîgeha Edîrneyê mesaj şandibû û wiha gotibû:
“Di wê dema ku siyaset gelekî gemarî bûye de tu pırlanta ey HDP. Çiqas dixwazin bila ewqas kevira li te bigirin, tu biqîmettirîna me ye. Baş bû ku tu hat avakirin. Bila salên te dirêjtir bin…”
Fîgen Yuksekdagê jî ji Girtîgeha Kandirayê mesajek şandibû û wiha gotibû: “Tu dengê me yî HDP. Baş e ku tu heyî.”
Piştî xwendina mesajan Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, Hevserokên Giştî yên HDPyê axivîn.
Her weha Pinar Aydinlar, Rojda û Koma Muzîkê ya BEKSAVê stran gotin û merasîm qediya. (EMK/FD)