Ji bo nûçeya kurdî bitikîne
Rêxistina Şaxa Stenbolê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo piştgiriyê bidin hunermendên li kolanan muzîkê dikin lê polîsan li ser Kolana Îstîklalê ew asteng kirine, civîneke çapemeniyê li dar xistiye.
Çend roj berê hin vîdeo li ser medyaya civakî belav bûbûn ku polîsan midaxele li van hunermendan dikir.
Bixwîne - Daniş Beştaşê qedexekirina muzîka kurdî li Parlamentoyê protesto kiriye
Parlamenterên HDPyê Huda Kaya, Zuleyla Gulum, Zeynel Ozen û Hevserokê HDPya Stenbolê Ferhat Encu li ser Kolana Îstîklalê beşdarî çalakiya protestoyî bûne. Navenda Çand û Hunerê ya Golgeyê (GKSM), Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM), Weqfa Lêkolênên Zanist, Perwerde Çand û Hunerê (BEKSAV) û gelek saziyênc civaka sivîl beşdarî civîna çapemeniyê bûne.
Hunermend li ser Kolana Îstîklalê, li ber Lîseya Galatasarayê bi enstrumanên xwe strana bi navê Zimanê Kurdî, Zindana Diyarbekir û hin stranên din strane. Parlamenterên HDPyê û kesên din jî li ber stranan govend gerandiye.
“Em ê li her deverê muzîkê bikin”
Hevserokê Rêxistina Şaxa Stenbolê yê HDPyê Encu li vir axiviye û wiha gotiye: "Tehemilî kurdî nakin. Em weke rêxistina bajêr a HDPyê vî tiştî qebûl nakin.” Encuyî diyar kiriye ku ew tiştên dibêjin “Em ne li dijî kurdî ne lê ji ber ku çûn û hatinê asteng dike” ne rast in û wiha dewam kiriye: “Em dibînin ku dema hevalên me yên muzîkjen dixwazin stranên xwe bibêjin, wan asteng dikin. Em vê qebûl nakin. Em ê li her derê û her wextê muzîka kurdî bikin.”
“Bila rawestgehên muzîkê werin avakirin”
Yek ji hunermendên kolanan Ferhat Demîrî jî gotiye ku ew dixwazin rawestgehên muzîkan ava bibin. Teqez helwesteke wan li dijî kurdiyê heye. Em ji rayedaran dixwazin ku cihên me vekin û dest nedin me.” (AEK/FD)