Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Karkerên Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) li 6 bajarên lê dixebitin, li dijî şertên xebatê yên xerab di 21ê Tîrmehê de dest ji kar berdane. Hatiye îdiakirin ku piştî çalakiyan gelek karker ji kar hatine derxistin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê têkildarî mijarê li ber avahiya Miduriyeta DEDAŞê ya Bajêr daxuyanî daye çapemeniyê.
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Berdevka HDPê Ebrû Gunay, parlamenterên Partiya Çep a Kesk ên Rihayê Ferît Şenyaşar û Dîlan Kûnt Ayan û gelek kes tev li daxuyaniyê bûne.
Bayındır: Em li gel karkeran e
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, di daxuyaniyê de anîye ziman ku DEDAŞ veguheriye cihekî “ku zilmê li gelê Rihayê dike” û wiha gotiye:
“Em DEDAŞ’a ku fatoreyên bilind li kedkar û karkeran bar dike û hilberîner û dikandaran mexdûr dike şermezar dikin. Karker li gelek bajaran di grevê de ne. Em jî ji bo polîtîkayên zextê teşhîr bikin, dest ji zilma li gel dike berde bang li rêveberiya DEDAŞ’ê dikin; divê dest ji van polîtîkayên ku mafên karkeran ên mirovî xesp dikin berdin. Hewa gelek germ e, germahiyeke bi heta 45 dereceyanheye. Hûn bi birîna ceyranê hêrsa gel dikişînin ser xwe. Em li cem karker û cotkaran e.”
Gunay: DEDAŞ şîrketeke zilmê ye
Berdevka HDPê Ebrû Gunay jî diyar kiriye ku DEDAŞ mafê pêdiviya ceyran û avê yê welatiyan xesp dike. Gunay, bal kişandiye ku ji ber birîna ceyranê hilberîner nikarin zeviyên xwe av bidin û wiha gotiye: “Berhem li zeviyan hişk dibin. DEDAŞ şîrketa zilmê ye. Karkerên di çalakiyê de şertên xebatê yên weke mirovan divên. DEDAŞ şûna ku mafên karkeran bide, gefa ji kar derxistinê li karkerên ku parlamenterên me serdana wan kirin dixwe. Divê mafên şexsî yên karkeran bên nasîn. Di demeke mirov di sînorê birçîbûnê de dijîn de gelek zemên hatine kirin hene û gel li dijî van zeman zêdekirina mûçeyan dixwaze.”
Gunayê di berdewama axaftina xwe de wiha gotiye: “Desthilat kesên ku daxwaza mafên xwe dikin, bi derxistna kar re gefan lê dixwe. Mafê tenduristî û jiyanê yê gel nikare bê astengkirin. DEDAŞ hem hilberîner hem jî xebatkarê xwe mexdûr dike. Em ê hem li cem cotkaran hem jî li cem kedkaran bin. Grev têkoşîneke sendîkayî ya mafdar e. Kesên vê asteng dikin sûc dikin. Divê Dozgeriya Rihayê derbarê rayedaran de lêpirsînê bide destpêkirin. Sûcê destûra bingehîn tê kirin. Nebin şirîkê vî sûcî. Em ê hesabê ji kesên ev sûc kirine re bipirsin. Dê herkes li pêşberî darazê hesabê bide. Dê ev dewran vegere, wê li vî welatî gelek tişt bên guherîn û bersûc wê teqez hesabê bidin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Em gel in mafdar in em ê serbikevin” û “Ji karkerên li ber xwe didin re silav” bi dawî bûye. (HA/AY)