Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemîr li ber avahiya li Strazbûrgê li ber avahiya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) civînek çapemeniyê lidar xist.
“Aştî tenê dikare bi dadê re were. Azadî tenê dikare bi dadê re were. Hiqûq û demokrasî tenê dikare bi dadê re were”.
HDPê bi daxuyaniya çapemeniyê re bang li raya giştî kir da ku ji bo berdana Hevserok û parlamenterên HDPê yên girtî kampanyayek navdewletî bidin destpêkirin. Di heman daxuyaniyê de hat xwestin ku serdana HDPê ya di 20ê Sibatê de bi daxwaza berdana hevserokên giştî yên HDPê hatiy kirin bixin rojevê.
Ligel parlamenterên HDPê Ertûgrûl Kurkçu, Mîthat Sancar û Feleknas Ûca, parlamenterên Parlamentoya Ewropayê û nûnerên saziyên sivîl beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûn. (FE/HK)
* Fotograf: Füsun Erdoğan