Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) yekem Hevdîtina Budçeyê îro (8ê Çiriya Pêşiyê) li Agiriyê daye destpêkirin. Partî hevdîtinan wê li tevahiya welêt li dar bixe.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li bajarê Agiriyê starta “Hevdîtinên Budçeyê” daye. Civîna ji bo bernemaya aboriyê ango budçeyê li hotêlek bajêr hatiye lidarxistin.
Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDPê Garo Paylan ku ji Komîsyona Aboriyê Berpirsiyar e, Şaziye Kose a ji Komîsyona Kedê Berpirsiyar e, Parlamenterê HDPê yê Êlihê Necdet Îpekyuz, Parlamentera HDPê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay û Parlamentera HDPê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr beşdarî civînê bûne.
Di civînê de Garo Paylan bi tirkî armanca hevdîtinê û Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî bi kurmancî armanca bernameya wan a li Agiriyê eşkere kirine.
Axaftina Taşdemîrê a derbarê bernameya wan a “Hevdîtinên Budçeyê” de wiha ye:
“Vê Komîsyona Me ya Ked û Aboriyê ji bo ‘Budçeya Gel’ xebatek da destpêkirin. Me starta vê xebatê li Agiriyê da destpêkirin. Yek ji pirsgirêkên bingehîn ê Agiriyê aborî ye. Lewma em vê bernameyê li Agiriyê didin destpêkirin.”
“Em serê sibê çûn bazara heywanan û me serdana xelkê xwe kir. Em ê serdanên xwe ji bo gelê xwe bidôminîn û li pirsgirêkên wan guhdar bikin.”
“Di dawiya vê mehê de li Meclîsê budçeya sala 2022an dê were nîqaşkirin û em ê jî li ser daxwazên gel bisekinin û muxalefeta budçeya îqtidarê bikin. Em ê jî beriya vê li gelê xwe yê Agiriyê guhdar bikin ku ka çi pêşniyaz dikin û daxwaza wan çi ye.”
“Ev budçeya ku wê li Meclîsê were nirxandin, ji bo bibe budçeyek demokratîk, adil û wek slogana me ku bibe ‘Budçeya Gel’, em ê pêşniyaz û nirxandinên xwe bikin. Ev budçeya heyî, budçeya gel nîne. Ne tenê îro ev 19 sal in budçeya Tirkiyê ji şer û alîgiran re û ji kêf û sadeta Qesrê re tê veqetandin. Ji gel re tiştek namîne. Tenê ji gelê me re feqîrtî, birçîbûn dimîne. Baca herî mezin li gelê me dibirin. Ji her alî ve barên herî giran dane ser milê gelê me. Lê belê em di encamê de jî dibînin yên ku dewlemend dibin ew in. Yên ku di nava kêf û xweşiyê de ne ew in.”
“Lêçûyinên rojekî yê qesrê berdêla aboriya gele Agiriyê ye”
Taşdemîrê destnîşan kiriye û gotiye, “Lêçûyînên rojekê tenê yên qesrê berdela aboriya gelê Agiriyê hemû ye. Ji ber vê yekê jî em dixwazin nerazîbûna xwe bînin ziman û muxalefeta xwe xurt bikin. Em û gelê me bi hev re hewl bidin ku ev budçeya sala 2022an bibe budçeya gel û demokratîk. Bila nebe budçeya şer, qesrê û pênc kesan.”
Agirî hejartirîn bajarê Tirkiyê ye
“Gelê me yê Agiriyê di warê aboriyê de gelek xizan e. Ji ber vê me xwest em vê startê li vir bidin. Wêneyê bazara heywanan wêneyê aboriya Tirkiyê radixe ber çavan. Me destê xwe dirêjî kê kir û em bi kê re axivîn, her kesî qala xizanî û budçeyê kir. Me li derdek wan mezin guhdar kir. Bi salane rewşa Agiriyê wiha ye. Her çiqas me rewşa Agiriyê anî ziman jî lê îqtidarê ji bo Agiriyê gavek navêje. Tenê wextê hilbijartinê tên diaxivin û pişt re jî pişta xwe didin Agiriyê û vir ji bîr dikin.”
“Di salekê de 30 hezar kes koçber bûne”
“Me tespîta vê yekê li Agiriyê kir, tenê di salekî de 30 hezar kes ji ber ku nikarin debara xwe bikin, koç kirine. Ji ber xizaniyê diçin. Şert û mercên wan nebaş e. Li wan welat û bajarên diçinê, karê înşatan dikin. Her meh ciwanek me ji înşatê dikeve û jiyana xwe ji dest dide. Tenê di salekê de 10 ciwanên me ji înşatê de ketine û jiyana xwe ji dest dane.”
“Agirî bajarê çandiniyê û sewalvaniyê ye. Lê belê nahêlin ku xelkê me vî karî xwe bike. Dewlemendiya sewalvanî û çandiniyê ya herî dewlemend a Agiriyê ye, lê belê îro bajarê me bi birçîbûnê re rûbirû maye. Ev yek jî bi zanebûn tê kirin.”
“Li bajarê Agiriyê bêkarî pirsgirêka herî mezin e. Mixabin li welatê me ciwan û jinên me karek ku bikin nîne, hemû bi birçîbûnê re rûbirû mane. Îqtidar li ser birçîbûna me siyasetê dike. Lê belê em ê jî tu carî destûr nedin vê birçîbûn û xizaniyê.”
(DŞ/AY)