Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hevserokên Giştî yên HDPê Figen Yuksekdag û Selahattîn Demirtaş ji Serokê Komîteya Dijî Îşkence ya Ewropayê (CPT) Gnatovsky re name şand û xwestin ku demildest bila heyeteke ji wan biçe Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin.
Hevserôkên HDPê di wê nameya xwe de gotin ku ji 2êAvrêla 2015an vir ve ji Abdullah Ocalan ti agahî nayê girtin û xwestin ku demildest heyeteke CPTê biçe Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bike.
Di nameyê de her wiha hat ragihandin ku piştî hewldana derbekirinê ku di 15ê Tîrmehê de pêk hatibû jî destûr nehatiye dayîn ku malabata Ocalan bi wî re hevdîtinê bike.
Hat xwestin ku derbarê ewlehî û tenduristiya Abdullah Ocalan de demildest agahî were girtin û bi raya giştî re jî were parvekirim.
(YY/YO)