Ji bo nûçeya Tirkî
HDPê ji bo mexdûrbûna xwendekarên ku dema qedexeya derketina devre mafê wan ê perwerdehiyê hatiye astengkirin, teklîf da ku qanûn were çêkirin.
Teklîfa qanûnê ji hêla Parlementerê Rihayê ya HDPê Îbrahîm Binici û berpirsê perwerdehiyê û endama MYKya HDPê Gulser Ulker ve bi daxuyaniyek hat ragihandin.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku mafê perwedehiyê yek ji mafên sereke ye û peywîreke dewletê ye ku di pêkanîna vê mafê de bi tu awayî destûr ne de newekhevî û ferqmeyîliyê û hat destnîşankirin ku ji destpêka serdema 2015-2016an vir ve perwerdehî nayê kirin.
‘Li Nisêbînê 32 hezar, li Dêrikê 7 hezar, li Kerboranê 17 hezar, li Cizîrê 41 hezar, li Silopyayê 39 hezar, li Şirnexê 40 hezar, li Hezexê 24 hezar, li Sûrê 30 hezar, li Farqînê 28 hezar, li Geverê jî 33 hezar bi tevahî 300 hezar xwendekar ji perwerdehiyê bêpar mane û mafê wan rasterast hatiye astengkirin.”
“Li navçe û bajarên ku lê derketina devre hatiye qedexekirin; rêjeya dewamkirina dibistanan, hejmara zarokên ku nikarin biçin dibistanan û nikarin bikevin ezmûnên xwe, hejmara zarokên hatine binçavkirin û girtin, yên birîndar bûne, yên hatine kuştin, yên bi darê zorê koç kirine bi temamî nehatiye tespîtkirin.”
Mafê derbasbûna bêezmûn
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser xwendekarên ku bi newekhevî û ferqmeyîliyê re rû bir û ne û anîn ziman ku ji bo yek carê divê mafê derbasbûna bêezmûn li wan bê dayîn.
“Li aliyeke welêt pevçûnên demdirêj û rewşên awarte pêk tên, ji ber vê yekê jî demeke dirêj e perwerdehî nayê kirin û telafiya vê yekê jî ne mimkun e. Ji bo ku zarokên mexdûr careke din dîsa mexdûr nebin,di çarçoveya ferqmeyîliya erênî de divê tedbîrên taybet werin girtin.” (YO)
Guhertina rêziknameyê
HDPê di teklifa çêkirina qanûnê de xwest ku di vê çarçoveyê de rêzikname ji nû ve were sererastkirin.”
Di vê teklîfê de ji bo mafê derbasûna bêezmûn, em pêşniyar dikin ku di Qanûna Perwerdehiya Bilind û di Rêziknameya Perwerdehiya Navîn ya Wezareta Perwerdehiyê de guhertin bê kirin û di vê çarçoveyê de xwendekarên mexdûr li lîse û zanîngehên ku ji hêla YOK û MEBê ve bên diyar kirin de, werin bicihkirin.”
Teklîfa HDPê bi îmzeyên Parlementerê Sêrtê Kadrî Yildirim, Parlementerê Rihayê Îbrahîm Ayhan û Parlementerê Wanê Lezgîn Botan ve, şandin Serokatiya Meclisê.