Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) yên Şirnexê ji bo 21 welatiyên sivîl yên ku di dema qedexeya derketina derve ya li Cizîrê de hatibûn kuştin, xwestine Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê were avakirin. Qedexeye derketina derve ya wê demê li Cizîrê 9 roj hatibû pêkanîn.
Parlamenterên HDPê yên Şirnexê Nûran Îmîr, Hasan Ozguneş û Huseyîn Kaçmaz ji bo kuştina 21 welatiyên sivîl zelal bibe pêşniyaznameyekî daye parlamentoyê ku Komîsyona Lêkolînê bê avakirin. Di nav sivîlên ku hatibûn kuştin de Muhammed Tahîr Yaramiş ê 35 rojî û Cemîle Çagirga ya 10 salî jî hebûne.
Parlamenteran di pêşniyazpirsê de bi bîr xistiye ku Tirkiye neçare xalên wek “mafê jiyanê”, “azadiya lêgerîna maf”, “mafê darizandina edil”, “qanûniya sûc û cezayan” û hwd. yên Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê ku Tirkiyeyê di sala 1954an de îmze kiriye û terefê wê ye pêk bîne.
Parlamenteran di pêşniyazpirsê de gotine, dozên ku bi dozvenekirinê bi encam bûn tenê ne bêhiqûqî ye di heman demê de sûcê li dijî mirovahiyê ye jî.
Navên welatiyên ku hatibûn qetilkirin wiha ne:
Mehmet Emîn Levent (21), Haci Ata Borçîn (70), Hetban Bulbul (65), Saît Çagdavûl (19), Mûhammed Tahîr Yaramiş (35 roj), Cemîle Çagirga (10), Osman Çagli (18), Îbrahîm Çîçek (80), Meryem Sune (53), Ozgur Taşkin (20), Seyît Eşref Erdîn (60), Zeynep Taşkin (18), Maşallah Edîn (35), Sayît Nayîcî (17), Selman Agar (10), Bunyamîn îrcî (15), Mehmet Dîkmen (70), Bahattîn Sevînîk (50), Sûphî Saral (50), Mehmet Erdogan (75) û Mehmet Emîn Açik (70).
(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê