HDPê salvegera 13emîn a koça dawî ya hosteyê mezin ê muzîka kurdî Aram Tîgran bi bîr aniye. Tîgranê ku bi eslê xwe ermen e û ji 50 salî zêdetir ji bo muzîka kurdî xizmet kiriye, di 8ê Tebaxa 2009an de li paytexta Yewnanîstanê Atînayê çû ser dilovaniya xwe. Bi wesîleya salvegera koça dawî gelek sazî û dezgehên kurdan Tîgran bi bîr tînin.
HDPê bi daxuyaniyek nivîskî ku bi îmzeya Cîgirê Hevserokên Giştî û Berpirsê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê Omer Ocalan belav kiriye, Tîgran bi bîr anîye.
Daxuyaniya Ocalan a bi sernavê “Dengê tembûra Mamosteyê Mezin Aram Tîgran dê qet ji ber guhê me neçe!” wiha ye:
“Hunermendê Ermen, hostayê mezin ê muzîka Kurdî, dildarê ziman û çanda Kurdî, mamoste û apê Kurdan Aram Tîgran 13 sal berê ji nav me bar kir. Aram Tîgran hem di jiyana xwe de hem jî piştî koça xwe ya dawî, bi muzîk û huner û sekna xwe di dilê gelê Kurd de şexsiyetekî giranbuha bû. Malbata Aram Tîgran di sala 1915’an de piştî Qirkirina Ermeniyan koçî Qamişloyê kir û Tîgran di sala 1934’an de li Qamişloyê ji dayik bû. Wî hê di 9 saliya xwe de dest bi çalakiyên hunerê kir û di nav qirkirin, şer û pevçûnê de û li gel hemû êş û azaran hunera xwe îcra kir.
“Li dijî zimankujiyê li ber xwe daye”
“Aram Tîgran di zimanê Kurdî, Ermenkî, Erebî, Suryanî, Rûmî û gelek zimanan de bi berhemên qedirbilind di dilê gelan de cihekî mezin û taybet girt. Hunera xwe, deng û awaza xwe, tembûra xwe ji bo aştî û biratiya gelan bi kar anî. Muzîk û hunera wî ji bo gelên Rojhilata Navîn bû wek manîfestoyeke aştiyê û pirek di navbera gelan de ava kir. Wî digot ku ger ez careke din bêm dinê, çiqas tang, tifing, çek û sîleh hebin ez ê wan bihelînim û bikim tembûr, cimbiş û zirne.”
“Tîgran piraniya emrê xwe li ber muzîka Kurdî de borand. Li hember zext û zorên li ser gelê Kurd, înkar û bişaftina li ser zimanê Kurdî sekna xwe ya polîtîk bi stranên xwe nîşan da. Bi gotinên xwe yên ‘bi xeml û rewş e, şîrîn û xweş e, zimanê Kurdî’ bi awayekî pir sade û şêrîn li dijî siyaseta çandkujî û zimankujiyê û polîtîkayên bişaftinê li ber xwe da û di dilê Kurdan de cihê xwe yê yekane girt. Li dijî şer, helwesta wî ya aştîxwaz û banga wî ya ji bo pêkanîna yekîtiya gelê Kurd xwedî wateyeke giring e.”
“Qeyûm êrişî mîrateya Tîgran kir”
“Aram Tîgran di hişûbîra gelê Kurd de cihekî taybet girtiye. Ji ber vê jî, ew her tim ji aliyê zihniyeta ku dijminahiya gelê Kurd dike rastî êrişan hatiye. Qeyûmên ku îradeya gelê Kurd desteser kirin, êrişî mîrateya Aram Tîgran jî kirin; konserwatuara ku bi ser navê wî hatibû avakirin ji aliyê wan ve di sala 2016’an de hat girtin. Her wiha wesiyeta wî ya ku li Amedê bê definkirin ji ber nêrîn û zihniyeta desthilatdaran a li dijî hişûbîra gelê Kurd hate astengkirin. Tîgran li Brukselê tevî kulmek axa welatê xwe hate definkirin.”
“Aram Tîgran bi stranên xwe, bi dengê tembûra xwe, bi dengê xwe yê bi aram her dem di dil, hiş û bîra me de ye û awazên wî her tim li ber guhê me deng vedide. Em Aram Tîgranê hêja di 13emîn salvegera koça wî ya dawî de bi rêzdarî, bi rehmet û bi minet bi bîr tînin. Ruhê wî şad, dengê wî li dine her û her bimîne."
Derbarê Aram Tîgranî de?
Aram Tîgran di sala 1934an de li Qamişloyê ji dayik bûye. Bi eslê xwe ermen e. Bi gelek zimanan stranên xwe vegotiye û 55 salan li ser muzîkê xebitiye.
Stranên wî yên bi zimanê erebî, kirmançkî, kurmancî, suryankî, tirkî û ermenkî hene. Bi saya bavê xwe kêfa ji muzîkê re hatiye û eleqeya wî çûye ser. Di 9 saliya xwe da dest bi lêdana ûdê daye.
Piştî sala 1966an çûye Yerîvan, paytexta Ermenîstanê û li Radyoya Yerîvanê 18 salan xebitiye. 1995an da mala xwe biriye Atînayê û jiyana xwe li wir domandiye.
Li ser muzîka kurdî şêwazekî bi navê Aramî ava kiriye. Şêwaza ku ava bûye dişibe muzîkên koroyê ên Ermenan.
Heta sala 1984an li radyoya Yerêvanê xebatên xwe domandiye. Albuma xwe ya 14emîn di 74 saliya xwe da weşandiye û 2009an li Atînayê ji nîşkeva nexweş ketiye û roja 8ê Tebaxê li wir miriye.
Wasîyeta wî ya ku dixwast gora wî li Amedê be, ji hêla desthilatdarê ve hatiye astengkirin û li Amedê nehatiye binaxkirin. Gora wî li Brukselê, payîtexta Belçîkayê hatiye çêkirin û axa ku ji Amedê birine li ser gora wî reşandine. (AY)