Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
HDPê li ser teqîna şeva borî ya Wanê û teqîna Elezîzê ya îro daxuyaniyeke niviskî da û di daxuyaniyê de got "Tirkiye berbê dawiyeke nediyar ve diçe. Ji ber bûyera ku îro li Elezîzê û bûyerên ku di rojên borî de li Wan û Amedê qewimîn, em gelekî xemgîn in û ji bo ev dibin sedema metirsiyê."
Li gel vê yekê HDPê di daxuyaniyê ji bo çareserî û muzakerekirina pirsgirêk a Kurd bangewazî kir û got "em wek HDPê ji bo rawestandina şer û pevçûnan, ji bo rawestandina xwînê çi dikeve ser milê me em amadene bikin û em bang dikin ku bila tavilê gav werin avêtin û ji bo gavên çareseriya pirsgirêk a Kurd êdî hîn zêde neyê sekinandin. "
HDPê di dawiya daxuyanî ya xwe de ji bo malbatên kes ên ku di van teqînan de jiyana xwe ji dest dan serxweşî xwest û ji bo birîndaran jî daxwaza şifeyê kir.
(EKN/YO)