Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Lijneya Birêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) biryara derbarê doza bi navê ‘Doza esasî a KCKê’ de nirxand.
Lijneya Birêveberiya Navendî ya HDPê bibîr xist ku duh di danişîna doza li Amedê de bi sedan sal ceza dane siyasetmedarên kurd û diyar kir ku ceza ji derveyî hiqûqê û bi armancên siyasî hatine dayin.
Daxuyaniya nivîskî ya HDPê wiha berdewam dike:
“Di encama wan operasyonên qirkirina siyasî yên di 14ê Nîsana 2009an de di bin navê KCKê de li hemberî siyaseta demokratîk a Kurd hate lidarxistin de zêdetirî 10 hezar kes hatine girtin û gelek siyasetmedarên Kurd salên dûrdirêj bi awayekî ji derveyî hiqûqê di girtîgehan de mane.
“Di ‘Doza Esasî ya KCK ê’ de ku duh li Amedê hat dayîn bi sedan sal ceza dan siyasetmedarên kurd. Ev cezayên ku bi temamî bi sedemên siyasî û bi awayekî bêhiqûqî û binpêkirina hemû prensîbên hiqûqî yên demokratîk û bi binpêkirina teamulan bi awayekî vekirî hatine dayin, dide xuya kirin ku tunekarina siyaseta demokratîk hatiye hedefkirin.
“Desthilatdariya ku dibêje li hemberî darbekarên 15ê Tîrmehê têkoşînê dike, li aliyê din xwedî li operasyonên tunekirinê yên ku van darbekaran amade kirine xwedî derdikeve.
Dozger û dadwer ji Cemaatê ji wezîfê hatin dûrxistin
“Dozgerên ku doz vekirine û heyetên dadgehê yanî dadwer ji ber lêpirsîna Cemaatê ji wezîfê hatin dûrxistin. Digel vî tiştî bi delîlên bêhiqûq armanca cezakirina siyasetmedarên kurd bidawî nebû. Li hemberî vî tiştî dozên Balyoz û Ergenekonê bi heman sedemê hatin xerakirin û herwiha îtibara wan hat îadekirin.
“Ji bo rê li ber siyaseta demokratîk bê vekirin û çareseriya pirsgirêka Kurd di serî de ji bo demokratîzekirina Tirkiyê, ev dadgehkirina ecêb a hiqûqê, divê li dadgeha jor bê xerakirin.”
(AS/FD)