Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxuyaneke nivîskî Cejna Noelê û Cejna Yaldoyê pîroz kiriye.
"Roja biratî û piştevaniyê"
Peyama pîrozbahîyê bi îmzeya Tulay Hatîmogûllari, Cîgira Hevserokê Giştî ya ji Lîjneya Baweriyan û Gelan Berpirse hatiye weşandin. Di peyamê de weha gotine:
"Em Cejna Noelê (Cejna Zayîna Piroz) ya tevahî cîhana xirîstiyana û Cejna Yaldoyê ya gelê Suryanî, ku sala wan a nû nêzîk bûye bi dil û can pîroz dikin. Hêvîya me ew e ku ev sala nû bi xwe re aşîtî, wekhevî, dad û azadiyê bîne.”
"Em saleke dijwar ku gel, bawerî, jin, ciwan, xebatkar û parazvanên xwezayê li hember AKPê li ber xwe dan bi şûn ve dihêlin. Her wiha em dîsa di demekê de ne ku pandemî hikmê xwe dike û di şartên krîza aboriyê de ji civatekê tê xwestin ku fatoreya krîzê ew bi xwe bide. Lê di heman demê de jî ev civak têkoşîna azadî, wekhevî û bi hev re jiyanê bilind dike.”
"Em wê hêviyê mezin dikin da ku ew têkoşîn bilind bibe ku tu nasname, çand û bawerî ji yên din serdest neyê dîtin û her welatî bi şartên wekhev, bi hev re û bi çanda xwe di welatekî azad de bijîn. Daxwaziya me ew e ku ev cejnana hestên me yên biratî û piştevaniyê bipêş bixe. Bila Cejna Noelê û Cejna Yaldoyê pîroz be!"
Cejna Noelê
Cejna Krîsmisê weke yek ji kevntirîn cejnên mirovatiyê tê qebûlkirin û di vê rojê de zayîna Mesîh ango Pêxember Îsa tê pîrozkirin. Protestan û Katolîk vê cejnê di 25ê Kanûna Pêşiyê (Berfanban) de, Ortodoks jî di 6ê Kanûna Paşiyê (Rêbendan) de pîroz dikin.
Suryanî bi navê Yaldoyê pîroz dikin
Suryanî jî vê cejnê weke Yaldoyê bi nav dikin.
Beriya pîrozkirina vê cejnê bi 10 rojan, rojiyê digirin ku di van rojan de divê goşt, mast, penêr û tiştên weke van neyên xwarin. 25ê Kanûna Pêşiyê di saetên sibehê de li dêrên xwe pîroz dikin.
Heman cejn, di hin zimanan de weke Cejna Noelê jî tê zanîn. Gotin ji latînî tê ku koka wê Natalîs e û di wateya zayînê de ye.
Gotina Krîsmisê ango Christmas ji gotina Khristosa (Mesîh) Yewnanî û messaya latînî tê.
(EMK/OP/AY)
*Ozan Polatî ev nûçe ji tirkî wergerandiye