Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen îro di komcivîna partiya xwe de daxuyand ku wan biryara guherandiye û wê xwebatên xwe yên li meclisê bidomînin. Tê zanîn ku piştî ligel Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdag 10 parlementerên wan hatin girtini, HDPê biryar dabû ku xebarên xwe yên li meclisê bidin sekinandin.
Ayhan Bilgen got: “Em li gorî hesabê we meclisê terk nakin. Lêbelê em nabin fîgûranên lîstokên we jî. Gotina gel ji her tiştî nirxdartir e. Em ê ji bo biryara dawî bi civînên xwe yên bi gel re bidomînin. Hûn nexwazin jî em ji bo niha li vir in.”
“Nehiştin ku Pervîn Buldan rûniştinê bi rê ve bibe”
Axavtina Ayhan Bilgen bi vî rengî ye:
“Divê li vê kursiyê niha hevserokên me axavtinên xwe bikirana. Hevalên me yên parlamenter 18 roj in dîlgirtî ne. Ev tablo wê wekî şopeke reş derbasî dîroka demokrasiya Tirkiyeyê bibe, wekî şermekê derbasî dîroka demokrasiya Tirkiyeyê dibe.
“Di madeya 40emîn de tê gotin ku parlamenter dikarin bi girtiyan re hevdîtinê pêk bînin. Parlamenter dikarin hevdîtina vekirî pêk bînin. Heke Wezareta Dadê li gorî vê tevnegere, kêfî nêz bibe gotinekî din ne pêwîst e.
“Duh nîvê şevê em rastî darbeyek din hatin. Wekîla Serokê Meclîsê Pervîn Buldan divê bi awayekî rûtîn vê hefteyê rûniştina li meclisê bi rêve bikira. Lêbelê nîvê şevê Serokê Meclisê talîmatnameyek dişîne û vê yekê asteng dike.
“Eger hûn bixwazin mezin bibin hûnê bi kurdan re aştiyê pêk bînin”
“Ger hûn bixwazin mezin bibin hûnê bi kurdan re aştiyê pêk bînin. Ger hûn naxwazin biçûk bibin dîsa hûnê bi Kurdan re aştiyê pêk bînin. Tu çareyek we ya din tune ye. Kurd tiştek mezin ji we naxwaze. Tenê dibêjin em pirsgirêkê bi rêya axaftin û diyalogê çareser bikin. Lê hûn axaftinê na şerkirinê dihilbijêrin. Ger hûn bi vî aqlî biçin, di dawiyê de hûnê ji darizandina komîsyonên Neteweyên Yekbûyî bi pareyê qirêj dewrkirin û piştgirî dayîna terorê xiraptir bên darizandin.
“Wezîr ne ji bo xwestina Gulen ji bo xwestina Riza diçin Amerîkayê. Ger Riza li wir biaxive dê pirsgirêk derbikeve.
“Bi 8 kesan ve makezagon nayê çêkirin”
“Qedera 80 milyonan ji aliyê 8 kesan ve li pişt deriyên dirtî nayê nîqaşkirin. Ji te re dibe qanûn lê nabe qanûna bingehîn. Qanûna Bingehîn peymana civakê ye, tê wateya bi hevre avakirinê. Lê ji ber ku derdê wî ji xwe re qanûn çêkirinê vê jî wekî qanûna bingehîn nîşan dide. Ji bo rewşa fîîlî bigihîne statuya qanûnan MHP piştgiriyê dide wan.”
(NV/YO)