Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wê qonaxa duyem a "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" bide destpêkirin.
HDPyê di qonaxa yekem a "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" de “Meşa Demokrasiyê ya Li Dijî Derbeyan” ji Colemêrgê û Edîrneyê dabû destpêkirin. Çalakiyên qonaxa duyem wê heta 1ê Îlonê Roja Aştiyê a Cîhanê bidomin.
Wê li Meclîsê cîvina çapemeniyê pêkbînin
Qonaxa duyemîn a “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” a HDPyê, dê sibê li piştî civîna Desteya Rêvebirinê a Navendî li Meclîsê destpê bike.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, HDP wê sibê li dijî pêşniyaznameya yasaya derbarê parêzeran de bêjin “Em hemû bi hevre ji bo mafê parastinê tên gel hev." Dê sibê li meclîsê Hevserokên Giştî yên HDPê Mithat Sancar û Pervîn Buldan bi civîna çapemeniyê qonaxa duyemîn bidin destpêkirin.
Mijara bernameyê aştî ye
HDP, dê di meha Tîrmehê de di çarçoveya bernameya “Hevdîtinên Demokrasiyê de" hevdîtinan pêkbînin. Dê di wan hevditinên demokrasiyê de bi taybetî li dijî şer aştiyê derxinin pêş.
Di qonaxa duyem a bernameyê de dê bi nûner û rêxistinên civakî yên bawerî, komên etnîkî, karker, rewşenbîr, jin, ekolojist, rojnameger û ciwanan re bên gel hev.
HDP heta meha Tebaxê dê bi 10 ser navan hevdîtinan pêkbîne. Cara yekem wê bi ser nava “Mafê Parastinê” hevdîtinan bike. Piştre wê li ser mijarên “Mafên Mirovan û Hiqûq”, “Mafên Kedê”, “Ji Şer û Hejariyê re Gotina Na”, “Wekheviya Baweriyan, Azadiya Gelan”, “Dad” û “Demokrasî” di cîhên vekirî de civînan li dar bixin. (EMK/AY/FD)