Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Giştî yê AKPê û Serokomar di 20ê Adara 2021an de biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê dabû.
Ji danişîna 200 dozên ku ji bo betalkirina biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê hatibûn vekirin de jê 10 di 28ê Nîsanê de li 10emîn Daîreya Şûraya Dewletê pêk hatiye.
Her weha jin li benda biryara Şûreya Dewletê ne û li hêla din ji bo serlêdanên din jî rojên danişînan weke 7-14 û 23yê Hezîranê hatin destnîşankirin. Tê payîn ku piştî danişînên di meha hezîranê de dê biryar bê dayîn.
Dê di rojên ku Şûreya Dewletê diyar kirine de danişînên 27 serlêdanan were pêkanîn. Ji van serlêdanan 22 jê yên baroyan e. Di 7ê Hezîranê de ji ewil dê danişînên serlêdanên Komeleya Ji Ewil Jin û Zarok, Partiya Çep, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û baroyên Meletî, Zonguldak, Çanakkale, Qers, Artvîn, Denîzlî û Kirklareliyê bên dîtin.
HDP wê li ser 5 beşan parastinê bike
Li ser navê HDPê dê Berdevka Meclisa Jinan Ayşe Acar Başaran û parêzerên Komîsyona Hiqûqê ya HDPê parastinê bikin. Dê Meclisa Jinan a HDPê û parlamenterên jin beşdarî danişînê bibin. Parastina HDPê dê ji beşên “Ketina Parastinê”, “Beşa Polîtîk”, “Beşa Dîrokî”, “Beşa Hiqûqî” û “Nirxandina Giştî” pêk bê.
Detayên parastinê
Di beşa “Destpêka parastinê” de dê balê bikişînin ser ku bingeha tundiya li ser jinê, ji pergala mêrê serdest diqewime. Her wiha dê bê gotin ku bi Peymana Stenbolê re bingeha pirsgirêkên heyî tê lêkolînkirin û tê armanckirin ku newekheviya zayenda civakî ji holê rakin. Her wiha dê were gotin ku li herêmên kurdan di saziyên fermî û di jiyana civakî de kurdî qedexe ye û mînakên bandora vê mijarê ya li tundiya li ser jinan bên dayîn.
Di “Beşa Dîrokê” de dê dîrokçeya tundiya li ser jinan û girîngiya Peymana Stenbolê bê vegotin. Dê daneyên jinên ji sala 2011’an ku peyman hatibû îmzekirin û heta 2021’an hatine qetilkirin bên parvekirin. Di “Beşa Hiqûqî” de jî dê balê bikişînin ser berpirsyariyên hiqûqî yên ji ber Peymana Stenbolê. Di heman demê de dê were şênberkirin bê ka çima rayeya serokkomar a rakirina Peymana Stenbolê nîne.
Yek ji beşa herî girîng a parastinê jî “Beşa Polîtîk” e. Di vê beşê de dê polîtîkayên AKP’ê yên li dijî jinan bên nirxandin û vekolandin. Dê sozên di pêvajoya ber bi vekişîna ji peymanê de hatine dayîn û pratîkên wê bên vegotin. Di heman demê de dê polîtîkaya necezakirinê ya li bajarên kurdan ji bo tundiya li dijî jin û zarokan di meriyetê de û ya li dijî jinên penaber/koçber bên nirxandin.
Çi bûbû?
Tirkiyeyê, bi Biryarnameya Serokomariyê di Şemiya 20ê Adara 2021an de ji Peymana Stenbolê xwe kişandibû. Biryara betalkirinê di roja Duşema 23ê Adara 2021an de ji Konseya Ewropayê re hatibû şandin.
Jin ji 20ê Adarê pê ve li gelek bajarên Tirkiyeyê parastina Peymana Stenbolê didomîne.
(AK/EMK/AY)