Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Parlamentera Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) ya Êlihê, Ayşe Acar Başaranê bi pirsnameyekê ji wezîrê dadê pirsî ka wî hay jê heye ku li Girtîgeha Wanê du girtî di greva birçîbûnê de ne.
Bixwîne - Wezîrê Dadê: Di 8 salan de, 2 hezar û 300 kes di girtîgehan de mirine
Li girtîgeha Wanê du girtîyên bi navê Kadir Karabak û Esat Naci Yıldırım ji ber şertên xerab ên girtîgehê 17ê Îlona 2018ê ketine di greva birçîbûnê de û hê di grevê de ne.
Daxwazên Girtiyan
Daxwazên girtiyan ji girtîgehê ev in:
*Bila stirî-têlên li ser cihê bêhnvekirinê bê rakirin
*Bila xerdiyan serê sibeyan û êvaran bi hêceta lêgerînê kelûpelên girtiyan belav nekin.
*Bila destûr bê dayin ku rojname û kitêbên fermî û bibandrol(nîşana destûra Wezareta Çandê) bê standin.
*Bila birêvebirî dest nedane ser nameyên ji malbatan tê û ji bo wan diçe.
Parlamenterê ji wezîrî pirsî ka wî hay ji vê rewşê heye an na? Ji ber çi daxwazên wan pêk nehatine? Gelo ji bo wan girtîgehên ku bi keyfa xwe dest danin ser rojname û kitêban tiştek hatiye kirin an na?
(YK/HK)