Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Parlementera Amedê ya HDPê derbarê zarokeke ku li Girtîgeha Maltepeyê îşkence lê hatiye kirin de pirsname da meclisê.
Parlementer Yigitalpê li ser nameya zarokeke ku gotiye ew rastî îşkenceyê hatiye de pirsname da meclisê ku Wezîrê Dadê Bekir Bozdag bibersivîne. Ygitalp zext, zordarî û îxlalên li girtîgehê pêk tên jî di pirsnameyê de anî ziman:
“H.I. di nameya xwe de diyar dike ku bêyî ti sedem mafê wî yên nemaşandin û telefonkirinê hatiye qutkirin, rewşa li girtîgehê ji bo tenduristiya mirov gelek xeter e, ew rastî îşkenceya fizîkî û psikolojîk tê û daxwazên wî yên weke kinc û pirtûkan jî bi cih naynin.”
Pirsname
Di pirsnameya Yigitalpê de pirsên wiha cih girtin:
“Li ser mijarê de gelo derbarê rêveberiya Girtîgeha Maltepeyê de lêpirsîna îdarî/edlî destpê kiriye an na?
*We qet derbarê vê nameyê de ji Girtîgeha Maltepeyê gahî xwestiye?
*Gelo li wê girtîgehê pirtûk, kinc û pênûs didin girtiyan an ne?
*Ji bo girtiyan mafê hevdîtin û hewahildanê bi çi sedemî û di çarçoveya kîjan hiqûqê de tên astengirin?
*Gelo wezareta we venêrînên li girtîgehên zarokan bi çi awayî û kengê pêk tîne.
(YY/YO)