Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar û Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akinê beriya Cejna Qurbanê bi kurdî û tirkî peyamek weşandiye.
Hevserok û Hevberdevkan cejn pîroz kiriye û gotiye, “Em hêvî dikin ku Cejna Qurbanê ji bo gelê me, gelên Rojhilata Navîn bibe sedema azadî, aştî û wekheviyê.”
Peyama pîrozbahiyê wiha ye:
“Cejna Qurbanê li gelê me pîroz be
Gelê me di bin şert û mercên giran, êrişên piralî, tehdidên tunebûnê de Cejna Qurbanê pêşwazî dike. Em hêvî dikin ku Cejna Qurbanê ji bo gelê me, gelên Rojhilata Navîn bibe sedema azadî, aştî û wekheviyê. Bi vê wesileyê em dikarin ji nû ve bingeha xwe ya civakî xurt bikin, pirsgirêkên xwe çareser bikin li hemberî êriş û tehdidên piralî xwe bi rêxistin bikin. Armanca jiyanek wekhev û azad ji bo me sedema têkoşînê ye û heya ku ev em bigihêjin vê armanca xwe emê têkoşîna xwe bidomîn in. Bi vê mabestê Cejna Qurbanê li gelê me li gelê Rojhilata Navîn û hemû mirovahiyê pîroz be.” (AS/FD)