Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) û Partiya Herêman a Demokratîk(DBP) eşkere kir ku ew ê şahiya pîrozkirina Newrozê wek kampanyaya “Na”yê bi kar bîne.
Newroz dê li zêdetirî 30 navendan bê pîrozkirin.
Pîrozkirina Newrozê dê di 17ê Adarê de li Nisêbînê dest pê bike û dê di 21ê Adarê de li Amed û Wanê bê pîrozkirin.
Newroz dê 17ê Adarê li Nisêbînê, 18ê Adarê li Izmîr, Bursa, Edene, Dêrsim Dîlok, Mêrdîn, Meletî, Çewlîg, Bazîd, Manîsa, Kocaelî û Sêrtê, 19ê Adarê li Stenbol, Mêrsîn, Antalya, Riha, Gever, Êlih, Konya, Dep, Qers, Hatay û Qosarê, 20ê Adarê li Mûş, Cizîr, Semsûr, Îdir, Bedlîs, Colemêrg û Agiriyê 21ê adarê li Amed û Wanê bê pîrozkirin. (TP/ÇT/MB)
Wêne: Burhan Ekinci