ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ji bo 1ê Çiriya Paşiyê Roja Kobaniyê ya Cîhanî du daxuyaniyên nivîskî weşandine.
Daxuyaniyên her du partiyan wiha ye:
HDP: Wijdanê mirovahiyê rakir ser piyan
“Di ser berxwedana bêhempa, serfiraziya li dijî hovîtiya DAIŞê re 7 sal derbas bûn. Gelê Kobaniyê 133 rojan, li ber hovîtiya DAIŞê berxwedaneke bêhempa meşand û mohra xwe li sedsala 21emîn xist û dîroka azadiyê careke din nivîsî. DAIŞê ji Rojhilata Navîn heta gelek aliyên cîhanê, dixwest ku hovîtiyê li ser gelan ferz bike, lewre têkoşîna ku hat meşandin rê li ber wê girt. Ne barbarî azadî, ne tarîtî ronahî, ne zordarî demokrasî bi ser ket li Kobaniyê. Feraseta DAIŞê û hevkarên wê têk çû, nirxên mirovahiyê bi ser ket li Kobaniyê.
Hêzên navneteweyî û herêmî yek bi yek li hemberî hovîtiya DAIŞê têk diçûn, bajarên wek Mûsilê di rojekê de ji dest diçûn, lê gelê Kurd bi derfetên xwe, bi piştgiriya dostên xwe û bi bîr û baweriya xwe ya azadiyê bi ser ket. Hemû mirovên azadîxwaz û yeksanîxwaz bi gelê Kurd û gelê Kobaniyê re bûn û şahidiya berxwedana dîrokî û bêhempa ya li dijî DAIŞê kirin. Berxwedana Kobaniyê bû raperîna wijdana hemû gelên cîhanê û lewre jî li seranserî cîhanê piştevanî û palpiştiya bi gelê Kurd û Kobaniyê re bi pêş xist. Ji Xelatgirên Nobelê bigire heta akademîsyenan, ji rewşenbîran bigire heta nivîskar û rêxistinên civaka sivîl, bi sedhezaran kesan bang kir û di sala 2014an de 1ê Mijdarê wek Roja Piştevaniya Kobaniyê hat ragihandin.
Di 7emîn salvegera wê de wek Partiya Demokratîk a Gelan, em hêvî û baweriya ku li Kobaniyê zîl da, serfiraziya ku li wir derkete meydanê, berxwedana ku li wir hate meşandin û palpiştî û piştevaniya enternasyonal silav dikin. Em baş dizanin ku, herçend DAIŞ têk biçe jî, zihniyeta DAIŞê îro jî li ser kar e û şerê tarîtî û ronahiyê îro jî berdewam dike. Hevkarên DAIŞê îro jî dixwazin tola Kobaniyê hilînin, tiştê ku DAIŞê nikaribû bike, ew dixwazin bikin. Gefên dagirkeriyê yên desthilatiya AKP’ê, doznameya kûmpasê ya girtina partiya me ya ku piştevaniya bi Kobaniyê re dike hincet û dixwaze partiya me bigire encam û rengvedana vê niyet û nêzikatiyê ye.
DAIŞ, doh bi ser neket, îro jî ew hêzên ku dixwazin Kobaniyê dagir bikin wê bi ser nekevin. Palpiştî û piştevaniya gel û baweriyan a ku li Kobaniyê derkete meydanê û serfiraziya Kobaniyê îro jî hêvî û îlhama mirovahiyê ye. Şoreşa Kobaniyê şoreşa jinan û ciwanan û gelan e. Li dijî zihniyeta yekparêz, serkeftina pirdengî û pirrengiyê ye.
1ê Mijdarê Roja Kobaniyê li temamî mirovahiyê pîroz be. Wek doh, îro jî li dijî tarîtî, dagirkerî û zordestiyê em ligel heq û heqîqetê ne û piştgiriya gelên berxwedêr dikin. Wek doh, îro jî em gefên ku li Kobaniyê û li Rojava tên xwarin qebûl nakin û banga piştgirî û piştevaniyê li temamî gelên cîhanê dikin.”
DBP: DAIŞ têk çû
"Çawa ku dema Şerê Duyemîn ê Cîhanê li Stalîngradê faşîzm bi awayekî mezin têk çû, li Kobanê jî bi berxwedana ji 7 salî heta 70 saliyan destûr nehat dayîn ku faşîzm û tarîtiya DAIŞê bi pêş ve biçe.
Bi sekn û têkoşîna gelê Kurdistanê tenê DAIŞ têk neçû, di heman demê de kesên ku bi xeyala ‘Kobanê ket, wê bikeve’ ketin nav hêviyê jî têk çûn." (RT/FD)