Fotograf: HDP
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Samet Menguç, Hevberdevkê Komîsyona Tenduristî û Polîtîkayên Civakî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo daneyên derzîkirina Covid-19ê li Navenda Giştî ya HDPyê civîneke çapemeniyê li dar xistiye.
Menguçî behsa wan rêje û daneyan kiriye ku Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUIK) û Wezareta Tenduristiyê di 26ê Hezîranê de aşkere kiribûn. Menguçî wiha gotiye: “Rêjeya derzîkirinê ya li bajarên kurd lê zêde ne, bi awayekî zelal dida nîşandan ku di serî de gelê kurd, hemû gelên Tirkiyeyê ji ber şewba Covid-19ê di nav xetereyeke cidî de ne.”
- Li gorî rapora TUIKê, li Tirkiyeyê rêjeya derzîkirinê herî zêde li bajarên weke Şirnex, Riha, Sêrt, Bedlîs, Mêrdîn, Mûş, Colemêrg, Amed, Êlih, Çewlig, Agirî, Îdir û Wanê kêm e
Li bajarên kurdan rêjeya derzîbûnê ji sedî 22 ye
Menguçî pirsiye û gotiye, “ev kêmiya rêjeya derzîbûnê tesadif e yan tercîheke siyasî ya bizanebûn e?” û wiha dewam kiriye:
“Li tevahiya Tirkiyeyê rêjeya derzîbûnê ya kesên 18 salî û berjortir ji sedî 53 ye. Lê li bajarên kurdan ev rêje bi tenê ji sedî 22 ye. Yanî rêjeya derzîbûnê ya giştî ji nêvî kêmtir e.
“A ku hiştiye Tirkiye ne be warê jiyanê, bêhiqûqiyê diafirîne, demokrasiyê qetil dike, ev cudakarî ye. Çi kesên ku li Tirkiyeyê daxwaza heq, hiqûq, azadiyê dikin, di asta herî kêm de jî demokrat bin, divê di serî de li dijî vê cudakiriyê derkevin.
“Em bang li gelê kurd dikin: Em bang li wan dikin ku berî her tiştî derziyê li xwe bidin. Berî her tiştî divê em bijîn. Ji bo mafê jiyan û tenduristiya xwe, xizmên xwe, gelê xwe û hemû gelan divê em demildest derziyê li xwe bixin.”
Menguçî bang li hikûmet û Wezareta Tenduristiyê jî kiriye û ji wan xwestiye ku derbarê vê mijarê de daxuyaniyê bidin. Menguçî her weha daxwaz kiriye ku hemû xizmetên tenduristiyê bi zimanê dayikê bidin. (DŞ/FD)