Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Umit Dede, Alîkarê Hevserokên Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), piştî doza kuştina Kemal Kurkutî bêceza hate hiştin daxuyaniyeke nivîskî weşandiye.
Kemal Kurkutê 23 salî di 21ê Adara 2017an de li Amedê xwestibû beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibe lê piştî barîkatên kontrola polîsan derbas kiribû, polîsan gule bera wî dabûn û ew kuştibûn.
Duh dadgehkirina kuştina Kurkutî li 7em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hatibû. Heyeta dadgehê bi sedema ku “delîlên tekez û pêbawer derbarê wî de nînin” biryara beraetkirinê dabûn Y.Ş. polîsê bersûc.
“20 sal ceza ji rojnamegerî re xwestine”
HDPyê di daxuyaniya xwe de balkişandiye ser bêcezatiyê û gotiye ku hêzên emniyete di bin vê sîwanê de tevdigerin:
“Ji ber ku di demên borî de qetlîamên bi deste dewletê hatine kirin nehatine lêkolînkirin û berpirsiyarên wan nehatine dadgehkirin, Kemal Kurkut jî hatiye qetilkirin.
“Hêzên emniyetê yên bi bêcezatiyê mirovan qetil dikin, ji hêla desthilatdariyê ve tên parastin û weke leheng tên dîtin, cezayên komîk li wan dibirin û serê wan tê mizdan, weke ku ji bo qetlîamên din tên teşwîqkirin. Di vê sîstema ‘reform li ser hev tene kirin’ de polîsê ku li pêşiya kamerayan Kemal Kurkut kuştiye beraet dike, lê 20 sal cezayê girtîgehê ji bo rojnameger Abdurrahman Gokî tê xwestin ku fotografên dema qetilkirina Kurkutî kişandiye.” (AS/FD)