Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rêveberiya HDPya Amedê aşkere kiriye ku ew ê mesrefa hilbijêrên xwe yên wê bidin Stenbolê dengan bidin, bigirin ser xwe.
Edîp Bînbîr, Rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Amedê di daxuyaniyeke xwe de gotiye, hilbijêrên wan ên li Amedê û bajarên din, dema ji bo dengdana hilbijartinê ya 21ê Hezîranê biçin Stenbolê, ew ê mesrefa çûn û hatinê bigirin ser xwe.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Bînbîrî gotiye ew ji bo HDPyiyên li Stenbolê dengên xwe didin, xebatên xwe bi berfirehî berdewam dikin. Ji bo kesên ku di Cejnê û betlaneya havînê de çûne Amedê dîsa vegerin Stenbolê û dengên xwe bidin, ew kar dikin. Binbîrî destnîşan kiriye ku hilbijêrên bixwazin biçin Stenbolê, divê serî li rêxistinên wan ên navçeyê û ya bajêr bidin.
Şaredariya Kadikoyê wê alîkariyê bide kesên nikaribin biçin ser sindoqan
Şaredariya Kadikoyê daxuyaniyek belav kiriye û gotiye, kal û pîr, nexweş û kêmendamên ku nikaribin 23yê Hezîranê de biçin ser sindoqan, ew ê alîkariya wan bikin.
Roja hilbijartinê wê di navbera saet 09.00-17.00ê de otobis û wesayîtên şaredariyê kar bikin. Ji bo wê jî kesên ku dixwazin alîkariyê ji şaredariyê werbigirin, divê heta 21ê Hezîranê, roja înê saet 23.30 deqîqeyan li ser malpera înternetê ya Şaredariya Kadikoyê yan jî li ser xeta telefonê ya 444 55 22yê navên xwe qeyd bikin. (AO/FD)