Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ragihandiye ku ew ê ji bo Omer Farûk Gergerlîoglû, Parlamenterê Kocaelîyê nobeta edaletê bide destpêkirin. Dadgeha Destûra Bingehîn biryar dabû ku mafê Gergerlîoglûyî hatiye binpêkirin. Di gel vê biryarê Gergerlîoglû hê jî tehliye nebûye.
Dadgeha Destûrî têkildarî serlêdana şexsî ya Omer Farûk Gergerlîoglûyî ku parlamenteriya wî betal bûbû biryar dabû û gotibû, “mafê pêkanîna çalakiyên siyasî û hilbijirînê” û “mafê ewlekarî û azadiya kesî” yê Gergerlîoglû hatiye binpêkirin.
HDPê li ser hesabê xwe yê Twîtterê ji bo destpêkirina nobeta edaletê weha gotiye:
“Di gel biryara Dadgeha Destûrî ji bo dîlgirtina Omer Farûk Gergerlîoglû em ê di saet 11:00an de li pêş Girtîgeha Sîncanê destbi nobeta edaletê bikin. Em ê li dijî darbekarên ku biryarên Dadgeha Destûrî û DMMEyê pêknayînin li her derê têbikoş in.”
Çi bûbû?
Bi sedema ku di sala 2016an de li ser medyaya civakî mesajek weşandiye, 2yem Dadgeha Cezayê Giran a Kocaeliyê, di 21ê Sibata 2018ê de, bi tohmeta “propagandaya rêxistinê kiriye” 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Omer Farûk Gergelîoglûyî birîbû.
16em Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind ev ceza di 19ê Sibatê de pesend kiribû. Piştî biryara Dadgeha Bilind aşkere bû, Gergerlîoglûyî diyar kir ku ev biryar siyasî ye. Li ser vê biryarê fezleke ji bo Gergerlîoglûyî amade kiribûn. Ew fezleke şandibûn Parlamentoyê. Gergerlîoglûyî li dijî vî cezayî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû. Dadgehê dawxaza Gergerlîoglûyî qebûl nekiribû.
Di 17ê Adarê de parlamenteriya Gergerlîoglûyî hatibû betalkirin û wî heman rojê li Parlamentoyê dest bi “Nobeta Edaletê” kiribû. Di 21yê Adarê de nêzîkî 100 polîsan ew li Paramentoyê desteser kiribûn. 7 saetan desteserkirî mabû û paşê serbest bûbû. (RT/AY)