Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Gunay Kubilay, Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna civînê ya heftane pêk aniye.
Kubilayî lihevkirina di navbira DYA û Tirkiyeyê de nirxandiye ku di 7ê Tebaxê de pêk hatiye û wiha gotiye:
“Ev Civîn jî dide xuyakirin ku dema bê xwestin dikarin pirsgirêkan li ser masê û rêya diyalogê çareser bikin. Ev jî dide xuyakirin ku me bi salan e belasebep di rêbaza diyalog û guftûgoyê de israr nekiriye.
“Em hêvî dikin ku ev rêbaza şer û êrîşan ji derveyî alternatîvan dihêle bibe mayînde. Lê ji ber ku di dema van gotûbêjan û dawiya wê de muxatabên pirsgirêkê tê de cih negirtine, kêm e û serkeftina wê bi şik e.
“Pirsgirêka kurdan hûn nikarin bi DYA û Rûsyayê re biaxivin û çareser bikin. Tiştê divê bê kirin ew e ku bi nûnerên gelê kurd û nûnerên Rêveberiya Xweser a Sûriyeyê re biaxvin û li dora maseyeke gilover werin ba hev.
“Digel ku gotina korîdora aştiyê ya di demên dawiyê bi israr tînin ziman, weke gotineke erênî bê nîşandan ji ber ku herêmeke di nava du aliyên dijmin de dide xuyakirin û armanca belavbûnê di nava xwe de dihewîne, gotineke bi pirsgirêk e. Tiştê ku divê bê kirin, ne ‘Korîdora Aştiy’ ye lê divê ‘erdnîgariyeke aştiyê’ were avakirin.
“Hevdîtina bi Ocalanî re girîng e”
“Di vê merheleya krîtîk de, girîng e ku parêzerên wî hevdîtin bi Ocalanî re kiribin. Ew nêrînên ku parêzeran piştî çar hevdîtinên li dû 2yê Gulanê hatine kirin bi raya giştî re par ve kirine, dide xuyakirin ku Ocalan di asta herî bilind de dikare bi nêrîn û pêşniyarên xwe fêdê li çareseriya rêya gotûbêjan û diyaloga çareseriyê ya beşdariya pêvajoya siyaseta demokratîk bike.” (RT/FD)