Ebru Gunay, Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan, li avahiya HDPyê ya Amedê civînekê çapemeniyê li dar xistiye. Gunayê di civînê de bal kişandiye ser pîrozbahiyên Cejna Newrozê ku ji ber coronavirusê ango Covid-19ê hatine betalkirin.
Bixwîne - Mîtîngên Newrozê ji ber Covid-19ê hatin betalkirin
Bixwîne - Li Hewlêrê pîrozbahiyên Newrozê hatine betalkirin
Ebru Gunayê bang li welatiyan kiriye û gotiye ku îşev saet di 20.20 deqîqeyan de li malên xwe di pencere û şaneşînan de Newrozê pîroz bikin:
Bixwîne - HDPyê û partiyên Kurdistanî banga beşdariya Newrozê kirine
"Bila îşev hemû gel bêjin ji bo me 'Her der Newroz e.' Sibehê ji bo gelê Rojhilata Navîn rojeke pir bi girîng e. Sibehê roja berxwedan û roja ronahiyê ye. Lê mixabin em bi girseyî nikarin werin li gel hev. Lê em agirê Newrozê bêxwedî nahêlin. Em ê dîsa agirê Newrozê geş bikin û bêjin ji bo me 'Her der Newroz e' îşev em dora rihê Newrozê saet 20:20'an de li mala xwe, li şaneşîn û paceyên xwe Newrozê bi stranan, agir û fenerên telefona xwe pîroz bikin û dubare bêjin ji bo me her der Newroz e."
Di 11ê Adarê de HDPyê û partiyên Kurdistanî bernameya pîrozbahiyên Newrozê aşkere kiribûn. Lê piştî ku metirsiya belavbûna koronavirusê derket holê, di 12ê Adarê de ev biryar hatibû betalkirin. (FD)