Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê amûrên guhdarkirinê hatine dîtin.
Sarûhan Olûç, Wekîlê Serokê Koma HDPyê, Elîf Bûlût û Erdal Avci, Hevserokên HDPyê yên Stenbolê li avahiya HDPyê ya li Tarlabaşiya Beyoglûyê, derbarê mijarê de civîneke çapemeniyê pêk anîne.
“Ev tiştekî dijhiqûqî ye”
Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin:
“Guhdarkirinên dijhiqûqî yên partiyên siyasî û serokên wan îro jî di rojevê de ne. Ev amûrên sûckirinê yên ku li pêşberî me ne, me xwest em wan eşkere bikin. Ev amûr di odeyên me yên cuda de hatin dîtin. Bivan cîhazan li me guhdar dikin. Ev amûrên sûckirinê li pişt prizan û di lambeyan de hatin dîtin. Di heman demê de, di pirîzên sêbarî de hatin dîtin. Di heftiyên derbasbûyî de, li avahiya me ya Wanê û berî wê jî, li avahiya me ya Amedê, ev amûrên guhdarkirinê hatin dîtin. Polîs bi awayekê dijhiqûqî bi ser avahiyên partiya me de digirin. Hêzên polîsan van amûrên sûckirinê li avahiyên me bi cih dikin. Ev sûce û em ê vî sûcî qebûl nekin.”
“Em ê gilî bikin”
“Li avahiya me ya Amedê, hin tiştên din bi cih kirine. Ev van dizanîn û dibînin. Me dest bi karê hiqûqî kir. Lîsteyên cuda û defterên cuda li avahiyên me yên bajêr bi cih kirin. Gelo kî vî karî dike? Tenê du sazî hene ku vî karî bikin. Yek jê Îstîxbara Polîsan a girêdayî Wezareta Karê Hûndire û ya din jî Îstîxbara Netewî ye. Ji bilî Îstîxbarat û Wezaretê, ti saziyeke din nikarin vî karî bike. Em ê di rojên pêş de, em ê giliyê van her du saziyan bikin.”
“Rêbazên rêxistina paralel in”
“Em bi Wezareteke Karûbarên Navxweyî re rûbirû ne ku rêbazên rêxistina paralel pêk tîne. Ne tenê bicihkirina van tiştan, dema em li îdianameyên ku dozger amade dikin, li fezlekeyan dinerin, li tohmetên ku dixin stûyê me dinerin, em dibînin ku hemû jî di rastiyê de ew rêbaz in ku di hevkariya desthilatdariya 12 salan da fêr bûne.” (EMK/FD)