Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) duh bi şev li ser encamên hilbijartinê axivî ne.
Pervîn Bûldan li ber avahiya partiya xwe ya Amedê axivî ye ku bi hezaran kes li ber avahiyê kom bûne. Bûldanê wiha gotiye:
“Em vê serkeftinê dildar Leyla Guven di serî de ji bo hemû rêhevalên me yên di greva birçîbûnê de ne dikin diyarî.
“Bi qasî ku encam diyar bûne, li her devera Tirkiyeyê hêzên demokrasiyê û kurd bi ser ketine. Li her devera Tirkiyeyê Partiya Demokratîk a Gelan bi ser ketiye.
“Gelê me peyam daye desthilatdariyê û gotiye ku polîtîkaya we ya kayiman hilweşiya ye. Bi taybetî li vir, li herêmê kayim êdî qediyan e. Polîtîkaya kayiman hilweşiya ye. Gelê me careke din derxistiye holê ku wan siyaseta kayiman qebûl nekiriye.
“Em ne tenê li vir bi ser ketine. Me li rojavayê Tirkiyeyê dersek daye AKPyê û faşîzmê. Me li şaredariyên bajarên mezin ên Enqere, Antalya, Edene, Mersinê namzet nîşan neda û me piştgirî da yekîtiya hêzên demokratîk û me derseke mezin da desthilatdariyê.
“Me li Şirnexê winda nekir, me li Dêrsimê winda nekir, me li Agiriyê winda nekir. Lewre li van bajaran her cure hîle û lîstik hatine lîstin. Îro li Şirnexê tenê 12 hezar kes ji bo dengên xwe bidin ji bo vir hatine şandin. Yanî bi awayekî, Şirnex hatiye rapêçkirin”.
Temellî: Kurdan pêşî li Tirkiyeyê vekiriye
Sezaî Temellî, Hevserokê Giştî yê HDPyê jî wiha gotiye:
“Rewşa ku derketiye holê ji me re dibêje hêvî û azadî bi ser ketiye. Divê em hemû kesên ku keda wan di vê rewşê de çêbûye pîroz bikin. Bi rastî jî di demeke gelekî zehmet de, gelên Tirkiyeyê, jinan, ciwanan hêvî û demokrasî mezin kiriye.
“Tirkiye di nava fetlonekeke mezin a bêdadî û bêhiqûqî de ye. Bila ev hilbijartin bibe sedema derketina ji vê fetlonekê. Me got ku hêvî bi ser ketiye. Demokratî û aştî bi ser ketiye.
“Gelê kurd di serî de divê em sipasiyên xwe pêşkêşî wan kesan bikin ku di kampanyaya HDPyê de kedeke mezin dane. Gelê me careke din bi fedakarî û berpirsiyareyeke mezin wezîfeya xwe pêk aniye û pêşî li Tirkiyeyê vekiriye”. (AS/FD)