Fotograf: Binnur Ege Gürün Koçak / AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Meral Daniş Beştaş, Wekîla Serokê Koma Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) têkildarî mijarên di rojevê de li Meclîsê civîna çapemeniyê pêkanîye.
Beştaşê guhertina yasaya înfazê ya hatiye amadekirin bi tundî rexne kirîye û gotîye: “Sererastkirinê hêviyên xelkê şikandiye û metirsî zêde kiriye. Ji ber koronayê her roj hejmara nexweşên vîrûsa Covîd-19yê zêde dibe. Bi rastî jî heke pandemî nehata îlankirin belkî li Tirkiyeyê nexweşî nehatina eşkerekirin. Ji ber ku beriya ragihandina pandemînê qey mirov digot dê korona qet neyê Tirkiyeyê û rewşek wiha serdest bû. Lê niha em di nava rewşek aloz de ne.”
Hejmara rast ya kesên ji ber vîrusê dimirin eşkere nakin
Beştaşê daye zanîn ku di zêdebûna mirinên koronayê da hema bêje Tirkiye li dinyayê dikeve rêza yekemin û gotîye: “Hin dane ji raya giştî re nayên eşkerekirin. Gelek mirin di qeydan de tune ne. Rewş xetere, lê desthelat ji bo sermayedaran dixebite. Rewşek xeternak heye. Dewlet pêdiviyên gel temîn nake. Gel ketiye şûna dewletê û gel pêdiviyên dewletê temîn dike. Dewletê gel xistiye nava rewşek şerpeze. Li welatên din ên dinyayê ji bo silametiya gel, tevdîr hatine girtin, lê li Tirkiyeyê ji bo gel tiştek tenê hatiye pêşkêşkirin ew jî nimreya IBANê ye. Li şûna belavkirina IBANê divê li rewşa karker, kedkar, hejar û gel were pirsin. Dayîna nimreya IBANê rezîlî ye. Li dijî kesên bi temen cudakarî hene. Rûmeta mirovan tê şikandin. Ev rewş qet nayê qebûlkirin.”
Mirinê asayî dikin
Beştaşê destnîşan kirîye, ku li Tirkiyeyê mirin êdî ji rêzê tê dîtin ango mirina bi vî awayî di nava civakê da weke tişteke hêsane dide xûyakirin.
Herweha Beştaşê dîyar kirîye, ku partiya wan li dijî “siyaseta mirinê”, “siyaseta jiyanê” diparêzê û ji bo jiyanê çi ji destê wan were dê bikin û li her deverê tê gotin ku vîrûsa koronayê kêrî Tirkiyeyê hatiye û wan ev kirine amûra dewlemendkirina alîgirên xwe. Kêmek maye desthilat karesata vîrusê dê weke “Xêra Xwedê” pênase bike.
Alîkarîyên HDPyê têne asteng kirin
Beştaşê tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên HDPyê jî rexne kirîye û gotîye: “Li şûna têkoşîna li dijî vîrûsa koronayê Wezîrê Karê Navxweyî ketiye pey desteserkirina welatiyan. Qey tu yê bêjî li dijî şewbê baş têdikoşin, em rabin îqtîdarê biparêz in. Neheqiya li dijî şaredariyan duh eşkere bû. Li aliyekî alîkariya HDPyê tê astengkirin li aliyekî din jî hesabên şaredariyên Stenbol û Enqereyê tê blokekirin û alîkariya wan asteng dikin.”
Divê girtîgeh demildest werin valakirin
Meral Daniş Beştaş, Wekîla Serokê Koma HDPyê guhertina yasaya înfazê ya bi hevkariya AKP-MHPyê hatiye amadekirin jî bi tundî rexne kirîye û wiha pêde çûye: “Bi rastî heke mirov bi yek peyvekê pakêta înfazê kurt bike ev e, yasaya înfazê veguherandin înfazê. Dema AKPyê qala yasaya înfazê dike, êdî mirovan înfaz dike. Niha di van rojên koronayê de çi li hember me heye, nefretek heye, hiqûqa dijminatiyê heye. Korona li girtîgehan jî belav bû. Di vî warî de pêşnûmeya guhertina yasaya înfazê ji aliye me nayê qebûlkirin. Pakêta înfazê ango darazê di heman demê dê pejirandin û îmzekirina komkujiya li girtîgehan e. Li zîndanan dibe her kes her kêlî bi koronayê bikeve. Divê girtîgeh demildest werin valakirin.”
Doza Tahîr Elçîyî
Beştaşê îdianameya ji bo lêpirsîna Tahîr Elçî piştî 5 salan hatîye amadekirin jî rexne kirîye û gotîye: “Amadekirina vê îdianameyê xelatkirina polîsan e. Weke din ev îdianame bi tu awayî nayê ravekirin.” (DB/AY/FD)