Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Maseya Enformasyonê ya Komisyona Girtîgehan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) rapora derbarê greva birçîbûnê de belav kir ku di 15ê Sibatê de li Girtîgeha Şakranê ya İzmirê girtiyên ji ber doza PKKê û PJAKê girtî ne dabûn destpêkirin û paşê li gelek girtîgehan belav bibû.
Di raporê de behsa binpêkirina mafên girtiyên di greva birçîbûnê de hatiye kirin. Li gorî daneyan, dozger biryar girtiye ku ji bo Girtîgeha Jinan a Sincanê bi ti awayî kargo neyên şandin. Herwiha li Girtîgeha Tarsusê jî digel daxwaza kesên di greva birçîbûnê de ne, vîtamîna Byê nadin girtiyan.
Dîsa rapor diyar dike ku di 3ê Nîsanê de li Girtîgeha tîpa T4 a Şakranê di dema hevdîtina vekirî ya girtî û malbatan de girtiyekî di greva birçîbûnê de û malbata wî rastî destdirêjiyê û êrîşê hatine.
Li gorî daneyên ku hate îra hatine belavkirin di 17 girtîgehan de 148 girtî greva birçîbûnê didomînin.
Daxwazên kesên di greva birçîbûnê de ne
Greva birçîbûnê ya di 15ê Sibatê de li Girtîgeha Şakranê ya ji hêla girtiyên ji doza PKKê û PJAKê hatibû destêpkirin, bi beşdariya gelek girtîgehên li Tirkiyê bi awayê bêdem an jî bidem berdewam dike.
Kesên di greva birçîbûnê de ne daxwazên xwe wiha tînin ziman:
“Bila şert û mercên tecrîda giran ên li ser Serokê PKKê Abdullah Ocalan bên rakirin.”
“Bila qedexe û wêrankirina li bajarên Kurdan bidawî bibin.”
Bila helwestên xirab ên di girtîgehan de li hemberî girtiyan bidawî bibin.”
(TP/BK/FD)