Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Cîgira Serokê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş-Beştaş di civîna çapemeniyê ya li Meclîsê de serdana Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a ji bo Amedê nirxandiye.
Daniş-Beştaşê mîtîngê weke "çalakiyeke geştiyariyê" nirxandiye û gotiye:
“Ji duh ve serdana Erdogan a Amedê di rojevê de ye. Beriya hatina wî jî peyam di rojevê de bûn. Di nîvşevê de ji xwendekar û karmendan re peyam dihatin şandin ku tev li mitîngê bibin. Tevlibûn lê hatibû ferzkirin. Ji her deverê gel li Amedê kom kiribûn. Lê hejmara amediyan pir kêm bû. Mitîngên Erdogan ên Amedê êdî veguherîne îşkenceyeke derûnî. Di peyaman de tê gotin ku wêneyên xwe yên li mitîngê bikişînin û tevlibûna xwe îspat bikin. Bi rastî jî mirov fêm nake bê ka çima diçe Amedê. Heta duh li ser hejmara zarokên kurd bi nîjadperestî nêz bûbû. Du roj piştre jî diçe li Amedê evîna xwe radigihîne. Li xwe mikûr hat ku dijminê Kurdan e.”
“Îşkence, bi awayekî sîstematîk tê kirin”
“Heqaret li partiya me, hevserokê me yê giştî yê berê û yê nû kir. Ketine nava tirsekî wisa ku nizanin bê ka çi dikin. Mizgîniya girtina girtîgeha Amedê kir ku îşkenceyên herî hovane li wir hatine kirin, mirov lê hatine qetilkirin. Ji wezîrê dadê heta wezîrên din, tevek li wir bûn. Baş e lê bi rastî jî dema Girtîgeha Hejmar 5a Amedê hat girtin, dawî li îşkenceya li Tirkiyeyê hat? Nexêr, li her devera Tirkiyeyê girtîgeh çêkirin û niha bi deh hezaran Kurd di wan girtîgehan de tên ragirtin. Kurd, niha jî li girtîgehan rastî îşkenceyê tên û li dijî van îşkenceyan li ber xwe didin. Îşkence, bi awayekî sîstematîk tê kirin. Di nava çendek mehan de 62 cenaze ji girtîgehan derketin. Amedî ji van gotinan êdî têr bûne û guh nadin van gotinên vala. Li Amedê bi xwe jî kampûseke girtîgehan a mezin heye.”
“Hişmendiya Girtîgeha bi Hejmar 5 a Amedê didome”
“Girtîgeha ku 5-6 km’an dûrî Amedê û bi hezaran kes tê de tên ragirtin heye. Hêj niha jî ji ber ku kurd nasnameya xwe diparêzin û daxwaza mafên xwe dikin, ji hêla vê desthilatdariyê ve tên girtin û zext lê tên kirin. Gelo ma bi girtina girtîgehê re ew zîhniyet jî bi dawî bû? Zîhniyeta ku li girtîgeha Amedê bi awayekî sîstematîk îşkence dikir, hêj niha jî didome. Zîhniyeta Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê îro jî ji hêla desthilatdariya AKP-MHPê tê domandin. Di demekî ku ev hovîtî, ev îşkence hêj didome û cenaze ji girtîgehan derdikevin de gelo dê li wê muzeyê çi pêşkeş bikin? Dê wêneyê Esat Oktay pêşan bidin an yê kûçikê wî Coo? Heta navên wan jî hatine qedexekirin. Dema navê Kemal Pîr dibêjî, êrişî te dikin. Dixwazin sekna Mazlum Dogan a li hemberî cejna Newrozê nîqaş bikin. Dê di vê muzeyê de çi were pêşandan? Dê bi heqîqetê re rû bi rû bimînin? Dê ew rûpel bê girtin? Muze, tê wê wateyê ku ew tişt êdî neqewimin, bibin dîrok û sîstemeke wisa bê avakirin ku pêdivî bi berxwedaneke wisa neyê dîtin. Lê li holê tiştekî wisa nîne. Nabe ku li ser bêhafizekirinê hafizeyeke din bê avakirin.”
Ji ber ku Kurd e di girtîgehê de ye”
“Gelek heqaret kirin. Îcar qala evînê dike. Yaw tu û evîn? Heke te qala evîna îhaleyan bikira, dê mirov fêm bikira. Ji ber ku Demîrtaş kurd e, muxalîf û di pirsgirêka kurd de pêşniyara çareseriya demokratîk dike, didarizîne. Hê jî li ser siyasetê dike. Ji kurdan heta tirk, ereb, ermen û hwd. ji her miletan kes hene. Em bi xwe nîqaşê nakin bê ka Erdogan tirk e, yan laz e yan jî ji kîjan nasnameyê ye. Bêguman li ser pirsgirêkên amediyan neaxivîn. Careke din nîşan dan bê ka çiqas şibîne MHPê. Tifaqa Ked û Azadiyê bûye tirsa wan û ji bo heqaretê lê bike çû Amedê. Lê gel ev heqaret li cem xwe nivîsand. Dê bersiva wê jî di hilbijartina nêz de bide.”
(AS/AY)