Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Naziyan di 2yê Tebaxa 1944an de li kampa Auschwitz-Birkenau 4 hezar û 300 sintî û roman li odeyên xazê qetil kirin.
Di zimanê Romanes de li şûna qirkirinê peyva Porajmosê ê bi kar anîn ku di wateya “Ya dadiqurtîne” de ye.
Parlamentoya Ewropayê di sala 2015an de 2yê Tebaxê weke “Roja Bibîranîna Qirkirina Romanan û Têkoşîna li Dijî Romanan a Netewî” pejirandiye.
“Bila heman êş neyên kişandin”
Komîsyona Gelan û Baweriyan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihandiye ku ew di Roja Bibîranîna Qirkirina Romanan û Têkoşîna li Dijî Romanan a Netewî de romanên di dema Şerê Duyem ê Cîhanê de hatine qetilkirin, bi rêzdarî bibîr tînin.
Daxuyaniya HDPyê wiha ye:
“Di tevahiya dîroka wan de cudakarî li Romanan bûye, û ew neçar mane ku berdêlên giran bidin. Îro li Tirkiye û Ewropayê nêzîkî 17 milyon Roman ji mafên xwe yên bingehîn bêpar in û di nav şert û mercên dijmirovahiyê de dijîn. Digel hemû êşan jî li seranserê cîhanê roman, tawîzê ji hebûna xwe, zimanê xwe û çanda xwe nadin û têkoşîna xwe ya hebûnê berdewam dikin.
“Ji bo romanan li Tirkiyeyê jî rewş ne cuda ye. Her çend desthilata AKPyê bi “Vekirina Romanan” digor ew ê ji bo romanan polîtîkayên erênî pêk bîne lê bi dehan sal derbas bûn û ti gavek nehate avêtin.
“Berovacî vê rewşê, pirsgirêkên welatiyên romanan zêdetir bûne û sûcên nefretkirinê li dijî romanan hatine kirin.
“Em dil dikin ku sûcên nefretkirinê/helwestên nîjadperest ên îro jî dewam dikin, bidawî bibin, em ji dil û can hest bi êşa mezin a gelê roman dikişine dikin. Ji bo êşên mîna vê careke din çênebin, em ê têkoşîna bi hev re a gelan berdewam bikin.” (EMK/FD)