Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) aşkere kiriye ku wê di doza girtinê de parastina xwe ya devkî pêşkêşî Dadgeha Destûrî neke.
HDPyê ev helwesta xwe bi daxwaznameyekê ragihandiye Dadgeha Destûrî û heman daxwazname bi raya giştî re jî parve kiriye.
HDPyê bi van gotinan sedemên vê helwesta xwe diyar kiriye:
“Dadgeha Destûrî hemû serlêdanên me yên ji bo em piştî hilbijartinê parastina xwe ya devkî peşkeş bikin bê sedem qebûl nekirin ku doza girtinê ya li partiya me hatiye vekirin bi armancên siyasî hatiye vekirin û bi destwerdanên siyasî hatiye bipêşxistıntin, heman dadgehê biryar dabû k udi 11ê Nîsanê de em parastina xwe ya devkî pêşkêş bikin.
“Ji ber helwesta Dadgeha Destûrî ya tê wateya destwerdana hilbijartinên serbest û adil, partiya me wê di 11ê Nîsanê de parastina xwe ya devkî peşkeş neke.” (TY/FD)