Ebrû Gunay, Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Navenda Giştî ya partiya xwe, civîna çapemeniyê li dar xistiye û mijarên di rojevê de nirxandiye. Guneyê destpêkê bal kişand ser destereskirina Ayşe Gokkan, Berdevka Demî ya Tevgera Jinên Azad (TJA) û wiha axiviye: "Li vê derê em dixwazin carek din îfade bikin. Hûnê tu carî nekarin bi zextan, desteserkirin, zor û zilmê Tevgera Jinên Kurd têk bibin. Her desteserkirên we û her operasyonên we yên qirkirinê, biryardarî û têkoşîna me jinan xurtir dike. Desteserkirinan ne Ayşe Gokkan têk birin û ne jî tevgera jinên kurd... Divê tavilê Ayşe Gokkan bê berdan. Em van desteserkirinan şermezar dikin."
"Ew berxwedan îro jî dewam dike"
Gunayê, di dewama axaftina xwe de, 1ê Çiriya Paşiyê Roja Kobanî li hemû kurdan, dostên kurdan û gelên cîhanê piroz kiriye û wiha gotiye: "Îro salvegera helbestvanê nemir Arejen Arî ye. Ez wî bi rêzdarî bibirtînim. Hun jî dizanin sibê na dusibe 1ê Mijdarê Roja Kobanî ya Cîhanê ye. Ji niha ve ew roja dîrokî li Kurdan û li dostên Kurdan pîroz be. Kobanî li hemberî tarîtiya DAIŞê, ronahî û serfiraziya têkoşîna Kurdan û dostên Kurdan bû. Em dikarin bibêjin Roja Kobaniyê hem roja yekîtiya Kurdan bû û hem jî di şexsê Kurdan de roja yekîtiya enternasyonal bû. Gelê me û tekoşerên enternasyonel li hemberî DAIŞê û piştevanên DAIŞê îradeyeke mezin nîşan da û ev roj diyarî hemû mirovahiyê kir. Ew berxwedan îro jî hîn berdewam dike."
"Ji her demê zêdetir pêdiviya me bi yekîtiyê heye"
Gunayê wiha got dewam kiriye: "Bi seya berxwedana Kobanî, DAIŞ û piştevanên wê têk çûn. Bi saya têkoşerên jin, li vê axê, li Rojhilata Navîn tovên azadî, aşitî û aramiyê şîn bûn, mizgîniya pêşerojeke ronî derket meydanê. Ji ber vê yekê, pêwist e em ji doh zêdetir xwedî li vê şoreşa gelan, şoreşa jinan, şoreşa ciwanan û şoreşa hemû mirovahiyê derkevin. Niha jî em dibînin ku ew karê DAIŞ’ê nikarî pêk bîne, hikûmeta AKP û MHPê dixwaze pêk bîne. Em bang li hemû raya giştî dikin û dibijên ku destûrê nadin Rojava bibe hedefa êrîşên nû. Hem li Rojava, hem li Başûr, hem jî li Bakur ji her demê zêdetir pewistiya me bi wê yekîtiyê heye. Yekîtiya Kurdan hem ji bo Kurdan û hem jî ji bo Rojhilata Navîn pêwîst e. Em jî wek HDP, piştgiriyê didin vê îradeya yekîtiya Kurdan. Û ji bo wê jî çi pêwîst be çi bi bikeve ser milê me û ji destê me bê, em ê wê bikin."
"Bi hevgirtinê em dikarin desteftiyên xwe biparêzin"
Gunayê dest nîşan kiriye ku gelê kurd li her derê dikarin rê li ber êrişan bigirin û wiha bi dawî kir: "Bi baweriya me Kurd li her derê dikarin bi yekîtiya xwe, rê li ber êrişan bigirin. Bi hevgirtinê dikarin destkeftiyên xwe biparêzin. Yekîtiya Kurdan, hevgirtina Kurdan, diyaloga di nava Kurdan de bersiveke mezin e ji bo rejîmên faşîst. Rejimên faşîst dixwazin Kurdan ji hev cuda bikin, belav bikin û wisa Kurdan îdare bikin. Lê Kurd êdî ne Kurdên berê ne. Dixwazin ku Kurd têkevin qirika hevdu, lê divê Kurd rê nedin van polîtîkayên qirêj. Li Başûr jî vê siyaseta qirêj dimeşînin. Divê hêzên Kurdan li hemberî vê polîtîkayê hişyar bin. Divê destkeftiyên Kurdan yên ku bi ked û têkoşîneke mezin hatine bidestxistin, bên parastin. Ev jî bi yekîtî û hevgirtinê dibe." (FD)
*Çavkanî: MA