Fotograf: Hesabê Twitterê yê Sarûhan Olûçî
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind careke din îdianame amade kiriye û ji bo girtin wê ew îdianame şandiye Dadgeha Destûra Bingehîn, Partiya Demokratîka a Gelan (HDP) bertek nîşan daye.
Navenda Giştî ya HDPyê li ser hesabê xwe yê Twitterê bi hashtaga “#HDPyiDeğilMafyayıYargıla” (Ne HDPyê lê mafyayê dadgeh bike) bertek nîşanî vê daxwazê daye. Li ser heman hesabî wiha nivîsandine: “Mafya dîroka hevkariya AKP-MHPyê ronî dike. Dîroka HDPyê gel dinivîsînin. Ew kesên li hemberî mikurhatinên mafyayê bêdeng in, êrîşî partiya me dikin û dixwazin desthilata xwe nû bikin. Em ê destûrê nedin.”
Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, Hevserokên Giştî yên HDPyê jî li ser hesabên xwe yên Twitterê bertek nîşan dane.
Sancarî wiha gotiye:
“Ew kesên ku têkçûna 7ê Hezîranê qebûl nekirine, di salvegera têkçûnê de, bi berdewamî êrîşî hêviyê dikin. Hûn nikarin siyaseta xwe ya talankirinê, sîstema xwe ya mafyayê, hevkariya xwe ya di nava sûcan de maye bi girtina HDPyê re paqij bikin. HDP hêvî ye, hûnê nikaribin hêviyê bifetisînin.”
Pervîn Bûldanê jî wiha gotiye: “HDP hêvî ye banga ji bo jiyana nû ye, têkoşîna azadiya jinan e. Hûnê nikaribin vê hêvîyê, van kenan bi hiqûqa xwe ya mafyayê biçilmisînin.”
Bixwîne - Serdozgerê Dadgeha Bilind: Em îddanameya HDPê ji nû ve amade dikin
Çi bûbû?
Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind duh (7ê Hezîranê) daxwaza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kiribû.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê Serdozgeriyê bi armanca girtina HDPyê îdianameyek amade kiriye û ew îdianame şandiye Dadgeha Destûra Bingehîn.
Di heman nûçeyê de hatiye diyarkirin ku îdianame ji 850 rûpelan pêk hatiye û tê de hatiye xwestin ku ji bo 500 HDPyî biryara qedexeya siyasetê derkeve. Her weha Serdozgeriyê daxwaz kiriye ku dest deynin ser hesabên bankeyan yên HDPyê. (KO/FD)