Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Gunay Kubîlay, Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro li navenda partiya xwe civîneke çapemeniyê pêk aniye. Kûbilayî behsa grevên birçîbûnê û jinûvekirina hilbijartina Stenbolê kiriye.
Kûbilayî behsa greva Leyla Guvenê kiriye ku 191 roj in berdewam dike û gotiye bi hezaran kesên din jî di greva birçîbûnê de ne.
“Daxuyaniya Wezîrî girîng e”
Kûbilayî daxuyaniya Abdulhamît Gul, Wezîrê Dadê ya derbarê rakirina astengiyên li ber hevdîtina bi Abdullah Ocalan, Rêberê PKKyê bi bîr xistiye û wiha gotiye:
“Tiştê ku ji niha û pê de divê bê kirin diyar e. Hemin astengên yasayî nînin, wê gavê tiştê ku divê bê kirin diyar e. Ew jî pêşî li çûna parêzeran a Îmraliyê û hevdîtinan vebikin e. Piştî van gavên girîng ên ku hatine avêtin, karê ku wê bê kirin qet ne zehmet e.
Xuya ye heta niha li dij yasayan tevgeriyan e. Rêyeke şaş meşandine, helwesteke polîtîk a şaş hatiye diyarkirin. Divê bi lez dest ji vê şaşiyê berdin.
Ez dixwazim bi taybet balê bikişînim ser wî tiştî ku, li gorî gotinê, heke êdî li pêşiya tecrîda Îmraliyê ti asteng nemabin, divê parêzeran demildest bişînin Îmraliyê.
Heke ji niha û pê de parêzer wê ji bo Îmraliyê neyên şandin, tê maneya ku ev helwest berî her tiştî kêfî ye, siyasî ye û bêqedirkirina gotina Birêz Wezîr e.” (AS/FD)