Fotograf: HDP
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Meral Daniş Beştaş, Wekîla Hevserokên Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Parlamentoyê civîneke çapemeniyê li dar xistiye.
Beştaşê behsa biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a ji bo Omer Farûk Gergerlîoglû, Parlamenterê HDPyê yê Kocaeliyê kiriye ku parêzbendiya wî rakiribûn û parlamenteriya wî betal bûbû. Dadgeha Destûrî di biryara xwe de gotibû ku mafên Gergerlîoglûyî hatine binpêkirin û divê azad bibe. Biryara dadgehê duh (6ê Tîrmehê) gihîştiye ber destê dadgeha herêmî û Gergerlîoglû duh di saetên êvarê de ew ji girtîgehê derxistibûn.
Beştaşê wiha axiviye: “Divê mafê parlamenteriyê demildest bi şûn de bidin Gergerlîoglûyî. Li gorî nêrîna me ji xwe ew her wekîl bû, îro jî wekîl e, li girtîgehê jî wekîltiya wî dewam dikir. Lê ji hêla rêzikan û fermiyetê divê ev nirxandin demildest were kirin.
“Parlamenteriya Leyla Guven û Mûsa Farîsogûllari jî bi biryareke bêhiqûqê û neheq betal kiribûn û niha Farîsogûllari li Amedê, Guven jî li Girtîgeha Elezîzê tê girtin.
“Heta îro ew biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê Selahhatîn Demîrtaşê de jî pêk neanîne ku gotibû divê demildest serbest bibe. Divê ew jî demildest serbest bibe.
“Divê ez bibêjim ku li gorî vê biryarê û vê nêrînê, hemû hevalên me yên li girtîgehan dîl tên girtin, girtina wan, cezakirina wan bi temamî di encama fêl û fûtên siyasî de pêk hatiye.” (DŞ/FD)