HDP: Di xwepêşandanên Kobaniyê de çi qewimîn?
![HDP: Di xwepêşandanên Kobaniyê de çi qewimîn?](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/242/776/original/99bb_(2).jpeg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) pêş dadkirina 108 kesan derbarê xwepêşandanên Kobaniyê de ku di navbera 6-8ê Çiriya Pêşiya 2014an de pêk hatibû kitêbokek bi sernava “ Xwepêşandanên Kobaniyê yên 6-8ê Çiriya Pêşiyê / Di rastiyê de çi qewimîn? Derew û rastî” amade kiriye.
Di kitêboka ku ji 28 rûpelan pêk hatiye ya bi sernava “Di rastiyê de çi qewîmîn? Derew û Rastî”de hatiye gotin ku xwepêşandan bi awayekî aştiyane destpêkiriye piştre helwesta hukumetê bandor kiriye ku bûyerên tûndkariyê pêk were.
Îdianameya doza Kobaniyê jî “"Wekî ku di biryara Kanûna Pêşiya 2020an a DMMEyê ya derbarê Demîrtaşî de hat dîtin, îdianame ji ber sedemên siyasî, ne ji ber sedemên hiqûqî hat amadekirin û armanca siyasî ya hikûmetê tasfiyekirina HDPê, rayedarên wê yên hatiye hilbijartin û rêveberên wê ye."
Yekem danişîna doza Kobaniyê di 26ê Nîsanê de li 22êm Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê wê pêk were. Di îdianameyê de ji bo108 kesan 38 caran cezaya heta hetayî hatiye xwestin. Ji wan 108 kesan, jê 27 girtiye, 6 bi şertê kontrola edlî serbest mane û 75 kes jî derbarê wan de biryara zeftkirinê heye.
Di îdianameyê d içi heye?
- Derbarê kesên ku di îdianameya 6-8ê Çiriya Pêşiyê de tê dadkirin, têkileyekî wan yên rasterast bi xwepêşandanên 6-8ê Çiriya Pêşiya 2014an nayê çêkirin. "Tiştên ku wê demê di protestoyên li seranser Tirkiyeyê de qewimîn bi nav dike.
- Axavtinên parlamenteran yên ku di mîtîng û xebatên hilbijartinê de kirine, di îdianameyê de cîh digire,
- Gotinên bêbingeh ên şahidên nepenî,
- Daxuyanî an go hevdîtinên dîplomatîk ên di çarçoveya peywirên partiyê de û li gorî mesûliyetên xwe yên fermî,
- Parvekirinên li ser medya civakî û twîteetên ku nabe sedema sûcdarkirinê,
- Pirtûkeke ku di lêgerîna malê de, ku di nav de hêmanên sûc tune ne, metna bernameyê ya partiyeke hiqûqî ango naverokên dîjîtal ê kongreyekî qanûnî weke delîlê sûckirinê hatiye girtin.
(AS/AY)
Rojnameger Ayşenûr Arslanê îfade da dozgerî, ji edliyeyê derket
![Rojnameger Ayşenûr Arslanê îfade da dozgerî, ji edliyeyê derket](https://static.bianet.org/haber/2023/10/03/gazeteci-aysenur-arslan-ifadeye-goturuluyor.jpg)
Dozger: Bi xêzkirinê jî mirov dikarin propagandaya rêxistinê bikin
![Dozger: Bi xêzkirinê jî mirov dikarin propagandaya rêxistinê bikin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/284/275/original/44bb.jpg)
Celalettîn Can: Ez dixwazim demildest azad bibim
![Celalettîn Can: Ez dixwazim demildest azad bibim](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/283/600/original/celalettin-can-tutuklama.jpg)
DMME: Mafê azadiya xweîfadekirinê yê Osman Baydemîrî binpê bûye
![DMME: Mafê azadiya xweîfadekirinê yê Osman Baydemîrî binpê bûye](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/280/248/original/66bb.jpg)
Polîsan berê li mexdûrê erdhejê daye, paşê gotiye “bibore, bi şaşî me li te da”
![Polîsan berê li mexdûrê erdhejê daye, paşê gotiye “bibore, bi şaşî me li te da”](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/274/869/original/hatay.jpeg)