Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo salvegera rakirina parêzbendiya parlamenterên DEPê daxuyaniyeke nivîskî weşandiye.
Di hilbijartina parlamenteriyê ya sala 1991ê de Leyla Zana, Mahmût Alinak, Hatîp Dîcle, Orhan Dogan, Ahmet Turk, Sirri Sakik, Selîm Sadak û Sedat Yûrttaş li ser navê Partiya Kedê ya Gelî (HEP) ji hîsteya Partiya Gelparêz a Sosyal Demokratan (SHP) hatibûn hilbijartin. HEP di sala 1993yê de hatibû girtin, parlamenter derbasî nava DEPê bûbûn. Di Kanûna Pêşiyê ya 1993yê de Serdozgerê Dadgehên Ewlehiyê yên Dewletê (DGM) li dijî DEPê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû. Di 2yê Adara 1994ê de li ser daxwaza Serokwezîr Tansû Çîllerê, parêzbendiya parlamenteran hatibû rakirin. Parlamenterên ku parêzbendiya wan hatibû rakirin, li Parlamentoyê hatibûn desteserkirin.
HDPyê derbarê salvegera vê bûyerê de wiha gotiye: “Vê helwestê ne wê rojê ne jî paşê pirsgirêk çareser kir; berovajî wê pirsgirêk kûrtir kirin û weke şermekê kete nava rûpelên dîrokê.”:
"Di ser êrîşa li dijî seyaseta demokratîk re 28 sal derbas bûn. Ji ber ku ji bo pirsgirêka kurdan ango kevntirîn û bingehtirîn pirsgirêka Tirkiyeyê ji derveyî tiştên jiberkirî çareserî pêşniyar kirin; li dijî şer aştî, li dijî mirinê jiyan, li dijî înkarê rastî parastin beriya niha bi 28 salan parêzbendiya parlamenterên kurdan hatin rakirin û zend û bendên wan qeyd kirin. Vê helwestê ne wê rojê ne jî paşê pirsgirêk çareser kir; berovajî wê pirsgirêk kûrtir kirin û weke şermekê kete nava rûpelên dîrokê.
"Ew rihê ku di salên 90î de îradeya gelê kurd weke ‘tetorîst’ penase dikir, mixabin îro jî dewam dike. Di 28 salên derbasbûyî de mixabin nêrîna desthilatdaran a li kurdan û gel û nûnerên siyasî yên kurdan bi ti rengî neguheriye. Berovajî wê bi rêbazên dijminane û nefretkirinê êrîşên li ser siyaseta demokratîk dewam dikin. Di salvegera 28an a derbeya 2yê Adarê de bi heman gotin û tiştên jiberkirî, parlamenteriya parlamentera me ya Amedê, Semra Guzelê betal kirin. Şerma ku di salên 90î de hêjayî vî welatî hate dîtin, dîsa dubare dikin. AKPyê şûna desthilata Çîllerê girtiye. Ew mixalefeta ku di sala 1994ê de parêzbendiya DEPiyan, di 4ê Çiriya Paşiyê ya 2016an de ya hevserokên me û parlamenterên me rakir, îro jî ji bo parêzbendiya Semra Guzelê rabike, kete dorê.
"Em, derbeya 2yê Adarê û ya duh li Parlamentoyê pêk hat jî di nav de hemû derbeyên leşkerî û yên sivîl şermezar dikin. Duh Leyla Zana, Ahmet Turk, Orhan Dogan, Hatîp Dîcle, Sirri Sakik û Mahmût Alinakî serî netewand, îro jî rêhevalên me yên li girtîgehan heman helwestê bi rûmet û bibiryar dewam dikin. Em ê jî vê berxwedanê û vê sekna birûmet heta dawiyê dewam bikin. Em ê biserkevin wê derbekar têk biçin.” (AÖ/FD)