Fotograf: HDP
Li gorî rapora Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bi navê “Di Dema Şewbê de Dijminatiya li Dijî Kurdan” di dema belavbûna vîrusa koronaya nû ango Covid-19ê de 15 sivîl mirine, rojnameger, mafparêz, siyasetmedar jî tê de 384 kes hatine desteserkirin. 93 kes hatine girtin û îşkence li 84 kesan hatiye kirin.
HDPyê derbarê binpêkirinên mafan, girtin, desteserkirin û kuştina sivîlan de raporek bi navê “Di Dema Şewbê de Dijminatiya li Dijî Kurdan” amade kiriye.
Fîlîz Kerestecîoglû, Parlamentera HDPyê ya Enqereyê û Umît Dede, Alîkarê Hevserokên HDPyê yê ji Hiqûq û Mafên Mirovan Berpirs e, li Enqereyê, li Navenda Giştî ya HDPyê civîneke çapemeniyê li dar xistine û ev rapor aşkere kirine.
"15 sivîl hatine kuştin"
Rapora ku 34 rûpelan û 13 beşan pêk hatiye, behsa binpêkirinên mafan, desteserkirin, girtin, îşkencekirin, êrîşên li cenaze û goristanan hatine kirin, binpêkirinên mafên girtiyan, krîza aboriyê, binpêkirinên mafên jinan, operasyon leşkerî û hin mijarên din kiriye.
Li gorî vê raporê di navbera 11yê Adarê û 30ê Hezîranê de li bajarên kurdan an jî ji ber ku kurd bûne 6 jê 15 sivîl rastî êrîşê hatine, mirina wan biguman bûye, cismeke ku dîtine teqîyaye, gule li wan ketiye an jî di dema operasyona leşkerî de mirine.
Mafparêz, rojnameger, siyasetmedar û kedkarên tenduristiyê jî din av de 384 kes hatine desteserkirin. 93 kes hatine girtin. Îşkence li 84 kesan hatiye kirin an jî rastî kiryarên xirab hatine. Qeyûm li 14 şaredariyên HDPyê hatine tayînkirin. Herî hindik 13 goristan hatine wêrankirin. 84 fezleke ji bo parlamenterên HDPyê hatine amarekirin.
HDPyê di rapora xwe de diyar kiriye û gotiye, di heman demê de derketiye holê ku 282 cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatine derxistin li Kilyosê li peyareya rê hatiye binaxkirin.
“Maske û ava germ nedane girtiyan”
Li gorî heman raporê di dema şewba Covid-19ê de gelek mafên girtiyan hatine astengkirin. Ew beşa ku behsa vê mijarê dike wiha ye:
“Şert û mercên jiyanê yên girtiyan hatine sînorkirin û ji azadiya xwe hatine mehrûmkirin, di encama kiryarên AKPyê de bi temamî ji mafên xwe bêpar mane. Mafên wan ên hêvdîtina bi parêzeran û malbatên wan re bi temamî ji holê rakirin ku yekane rêya têkiliya wan a bi derve re bû. Li gelek girtîgehan nehiştin bi parêzeran re bicivin. Xebatên wan ên civakî bi temamî hatin astengkirin. Nehiştin ku ji derve pirtûk û rojnameyan bikirin, nehiştin girtiyên nexweş werin dermankirin.
“Alavên paqijiyê û maske nedan wan. Li gelek girtîgehan girtî neçar man ku van alavan bi bihayên gelekî zêde bikirin. Li hin girtîgehan ava germ qet nedan girtiyan an jî gelekî kêm dan wan.”
Rapora HDPyê behsa girtiyên nexweş kiriye û gotiye ku girtiyên siyasî di serî de bi sed hezaran girtî li girtîgehan bi mirinê re rû bi rû hiştine. Her weha bi sedan girtî jî bi nexweşiya koronavirusê ketine.
“Mêran herî hindik 70 jin kuştine”
HDPyê di rapora xwe de bal kişandiye ser kuştinên jinan û wiha gotiye:
“Di dema şewbê de mana li malê ji bo gelek jinan, rîska tundkariya li nava malê zêdetir kir. Me ji destpêka şewbê û pê de bal kişand ser van rîskan lê desthilatdariyê ti tedbîrên berbiçav wernegirtin.
“Di van sê mehan de li gorî nûçeyan mêran herî hindik 70 jin kuştine, hejmareke zêdetir jî rastî tundkariya mêran hatine.
“Di dema şewbê de jinên kurd û yên penaber bi zehmetî xizmetên tenduristiyê bi dest xistine.”
Hin xalên ku HDPyê di rapora xwe de behsa wan kiriye wiha ne:
* Desthilatdariyê çawa ku rêz ji îradeya gelî re nîşan nedaye ji rêz nîşanî mafê protestyê jî neda.
* Desthilatdariyê polîtîkayên ku di salên 90î de dihatin bikaranîn dubare kir.
* Operasyona leşkerî birin ser Herêma Kurdistana Federal û cihên ku sivîl lê dimînin hatin bombekirin. Li gorî nûçeyan tenê di navbera 17-27ê hezîranê de herî hindik 9 sivîl mirin.
* Kêmendam, penaber û kesên ku zimanê wan ê dayikê ne tirkî bû, nekarîbûn perwerdeya online bi dest bixin. Li Amedê kesên ku bikaribin bikevin sîstema perwerdeya online (EBA) ji sedî 20î derbas nebûye.
* Şîrketa elektrîkê DEDAŞê bi alîkariya hêzên asayişe elektrîka gelek gundan qut kir. Bi destê DEDAŞê gele kurd hatiye cezakirin, ji dersînor erdên çandiniyê hatin bombekirin. (FD)