Fotognaf: Çalakiya Kurdan a li Laheyê, li ber Navenda Giştî ya OPWCyê, 2021/ANF
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li ser îdiayên ku dibêjin, Tirkiye di wan operasyonên leşkerî de yên li nava xaka Herêma Kurdistanê pêk tîne, çekên kimyewî bikar anîye, Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyaniyeke nivîskî weşandiye.
Bikaranîna çekên kimyewî li gorî hiqûqa navnetewî “sûcê şerî ye”. Tirkiye ji sala 2021ê û vir ve, li nava xaka Herêma Kurdistanê operasyonên leşkerî pêk tîne.
HDPyê di daxuyaniyê de nûçeyên ku dibêjin TSKyê di dema operasyonan de li Zap, Metîna û Avaşînê çekên kimyewî bikar aniye, bibîr xistiye û li dijî vê rewşê bang li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyewî (OPCW) û NYyê kiriye. HDPYê ji van saziyan xwestiye ku lêkolîneke berfireh bikin.
Lijneyê gotiye, “Em bang li raya giştî ya demokratîk dikin ku li dijî van geşedanan deng derxin.”
Her weha diyar kiriye ku bikaranîna kimyewiyan “sûcê şerî ye” û dîmenîn li ser medyaya civakî hatine weşandin bibîr xistiye. Duh li ser medyaya civakî vîdeo hatibûn belavkirin ku tê de mirovên ji ber kimyewiyan can didan tê de xuya dikirin.
HDPyê di dewama daxuyaniyê de bal kişandiye ser Konvasyona Cenêvê ya Tirkiye jî îmze kiriye. (AEK/FD)