Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
HDPyê li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê wiha nivîsiye:
“Parlamenterên me Erol Katircioglû û Dr. Necdet Îpekyuzî ji bo rewşa wî îro serdana birêz Selahattîn Demîrtaşî kirin û pê re hevdîtinek pêk anîn. Di encama hevdîtinan de ku bi rayedaran re hate kirin, birêz Demîrtaş birine nexweşxaneyê.”
Aygul Demîrtaş xwişk û parêzera Demîrtaşî rewşa Selahattîn Demîrtaşî li ser hesabê xwe yê Twitterê par ve kiriye û tê de diyar kiriye ku di 26ê Çiriya Paşiyê de Demîrtaş nexweş ketiye:
“Di 26ê Çiriya Paşiyê roja sêşemê saet li derdora 05.30 deqîqeyan de miwekilê me û birayê min Selahattîn Demîrtaş ji ber ku nekarîbû bêhna xwe bide û bistîne ji ser hişê xwe çûye.
“Demeke dirêj di vê rewşê de maye û Birêz Abdullah Zeydan, hevalê wî yê hicreya wî midaxeya pêşiyê li hicreyî kiriye.
“Paşê bang li ambulansê kirine, tenê EKGya wî (şerîta dilê wî) hatiye kişandin. Li şûna ku miwekilê me bibin serwîsa nexweşiyên lezgîn, ji bo midaxele û dermankirineke berfireh şandine klînîkê.
“Doktorê girtîgehê jî xwestiye Demîrtaşî bibin beşa kardiyolojî, norolojî û gastroenterolojiyê. Em jî bi rêveberiya girtîgehê re axivîn û me xwest ku demildest wî rakin nexweşxaneyê.
“Lê digel ku 7 roj di ser de boriye, Demîrtaş nebirine nexweşxaneyê. Digel rewşeke ewqas girîng neşandina wî ya nexweşxaneyê, aşkereye ku jiyana wî di bin xetereyê de ye.”
Aygul Demîrtaş, xwişk û parêzera Demîrtaşî ji bianetê re got:
“Herî dawî min roja înê ew dît û li wir haya min jê çêbû. Niha li ser hişê xwe ye. Ew jî li bendê ye ku wî bibin nexweşxaneyê. Me ji midûrê girtîgehê pirsî bê ka çima wî nabin. Ji me re got, “Divê şert û mercên nexweşxaneyê durist bikin û ji ber sedema ewlehiyê” wî nabin. Em jî li bendê ne. Em dixwazin demildest wî bibin nexweşxaneyê. Hîna ji Wezareta Dadê ti kes li me negeriyaye.”
Heyeta aşkere kiribû û gotibû wê heyeta wan biçe Edîrneyê
Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî li ser navê HDPyê daxuyaniyeke nivîskî weşandibûn û tê de bang li hikûmet û Wezareta Dadê kiribûn ku demildest daxuyaniyekê bidin.
HDPyê daxwaz kiribû ku Demîrtaşî bibin nexweşxaneyeke dirûvpêketî û bila bê dermankirin. Her weha di daxuyaniyê de hatibû gotin ku Wekîlê wan ê Serokê Parlamentoyê û Wekîlên Serokê Koma wan wê biçin Edîrneyê. (DBE/FD)