Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Duh (21ê Gulanê) li Kadikoya Stenbolê polîsan gule reşandiye hewa û 4 welatî bi vî awayî desteserkirine. Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) têkildarî bûyerê îro daxuyanî daye.
HDP di daxuyaniya xwe de wiha gotiye:
“Ciwanên ku bi hinceta li perava Kadikoyê muzîka kurdî lê dane û govend gerandine ku rastî mudaxeleya polîsan û îşkenceya bi sirûda mehterê hatine, demildest serbest berdin.”
"Dijminatî û faşîzma we ya li dijî Kurdan wê bibe sedema têkçûna we. Em ê nehêlin ev zîhniyet bi ser bikeve!"
Di saetên dereng ên şevê de li ser hesabên medyaya civakî hinek dîmen hatine parvekirin. Di dîmenan de ciwan ji pişt ve hatine kelemçekirin û li ser devî li erdê hatine dirêjkirin. Her wiha di dîmenan de polîsan ji wesayîta xwe sirûda mehterê vekiriye û bi darê zorê ciwanên tên îşkencekirin didin guhdarîkirin. Ciwanên ku hate hînbûn li Qereqola Îskele ya Kadikoyê dihatin ragirtin, di saetên serê sibê de ji bo dozgerî îfadeya wan bigire sewqî Edliyeya Anadolûyê ya li Kartalê hatine kirin.
Kadîr Gulşen, Bariş Gulşen, Seyîtxan Gulşen, Îdrîs Akpinar û Cahît Kûrt ên li dozgeriyê îfade dane bi sûcdariya “Li dijî polîsan li ber xwe dane” tên sûcdarkirin. Her 5 ciwan piştî îfadeyên dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezê û Aştiyê kirine.
(TY/AY)