Fotograf: Canva
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) cejna Xidirellezê bi daxuyaniyeke nivîskî pîroz kiriye. Tulay Hatimogûlları, Alîkara Hevserokan a Ji Komîsyona Gelan û Baweriyan Berpirsr daxuyanî weşandiye.
Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin:
“Em dil dikin, ev Xidirelleza ku gelên me wê weke hatina biharê dibîne û pîroz dike, weke hezar salan e dîsa di nava şahî û kêfxweşiyê de derbas bibe, ji bo mirovên me yên di rojên teng re derbas dibin, bibe derman.
“Gelek bawerî, ziman û çandên cida yên li Mezopotamya, Anatolya û Balkanan Xidirellezê weke xaleke hevpar dibînin û hezar sal in wê weke cejneke biharê pîroz dikin ku li gorî baweriya wan pê re bereket tê.
“Li gorî baweriyê di 6ê Gulanê de Xizir/Xidirê ku parazvan û avakarê jiyana li ser axê ye û Îlyasê ku parazvan û avakarê jiyana di nava avê de ye digihên hev û bi vê hevdîtinê re xwezaya miriye zindî dibe, li ser erdê û li nava avê beretek destpê dike.
“Xidirelleza ku li Anatolyayê bêhtir welatiyên elewî wê pîroz dikin, roman di serî de gelek gel û bawerî wê qebûl dikin û rûmetê didinê.”
HDPyê di daxuyaniya xwe de her weha gotiye ku Xidirellez di Lîsteya Mîretaya Çandî ya Ne Berbiçav a Mirovatiyê ya UNESCOYê ye.” (DŞ/FD)